Loma ez dibêjim; dagirkeran bi perçekirina welatê me mejî, bîr û baweriya me jî li gor xwe ji hev xistine perçe kirin, tiştên ne li gor me di mejiyê me de bi cih kirine.
Armanc û hedefa dagirkeran her ew bû ye ku kurda bi temamî li ser rûyê erdê nehêlin. Bi serneketin lê ji bona tunekirina kurdan dest bi gelek fêlbaziyan kirin û dikin.
Helbet em jî ne temam in. Gelek serok, zana û rêberên me jî di demên xwe de ji bona xelkê kar û xebat kirine bi ser halê wan de giriyanin. Bi vê jî xwe û miletê xwe ji bîr kirine.
Li gor min mînaka herî mezin ew e ku dema Selahaddin Eyyubî Kudus ji xaçperestan girt û da ereban, ji wê demê de nakokî di navbêra kurdan û xaçperestan destpê kir û hêjî berdewam e.
Wê helwesta Selahaddin kir ku gelê kurd bi alîkariya xelkê ve rabin, wan biparêzin û li ser derd, êş û miriyên wan bigirîn. Ev bû adet û toreyek ji wê demê de û heta niha berdewam e.
Selahaddin kurd bû, lê ji bona kurdan tiştek nekir, hemî kar û xebatên wî ji bona ola îslamê bû. Loma em hêjî vê êşê dikşînin.
Selahaddin Eyyubî qira xaşperestan anî û hemî kirin dijminê gelê kurd, perçekirina me, dabeşkirina erda me hemî ji ber wan tiştên Selahaddin anîbû serê xaçperastan, pêk hat û tê.
Di dema Selahaddin de hêza ola Îslamê zêdetir bû, ew ol berbi tunebûnê ve diçû. Lê bi saya Selahaddin bêtirîn kurdan ji bona xatirê wî bawerî bi wê olê anîn û hê jî tînin. Heta ji xwediyê wê bêtir xwedî lê derdikevin.
Loma Kurd li ser wêrankirina erda xwe, kuştina însanên xwe nagirî. Fêr nebûy bigirî. Lewra tim bi halê xelkê giriyanin, alîkariya wan kirin û fêrî çanda xwe ji bîr bike û bi derdê û êşa xelkê ve rabe, bûne…
Ji ber vê ye ku ji bona erebên dijminê Kurd, kuçe û kolanên bajarên kurdistanê bi sirûd û panqertên ku dijminatiya Îsraîlê dikin, dixemilînin. Li ser wan panqertên ku dixwazin Îsraîlê bikin dijminê kurdan, sloganênên xerab dinivîsînin da ku cîhan bibîne waye kurd dijminê Îsraîla dostê xwe ye.
Heger Selahaddinî Eyyubî bi aşitiyana li gel xaç perestan tevgeriya ba. Malê wan ji wan negirtiba û nedaba ereban wê îro rewşa me kurdan jî ne weha ba.
Bala xwe bidinê Kerkuk û gelek bajarên kurdan ji ber wê xencera di 16 cotmehê de li pişta kurdan xistin, ji destê me çû lê li bakurê kurdistan hema pênc kesan jî ew protesto nekirin.
Mixabin ku ji bona bajarê qedim ê Îsraîlê di destê ereban de bimîne, bi miljonan kurd li bajarên kurdan xwe pêşandanan pêk tînm û li dij îsraîla dostên kurdan sloganên xerab diavêjin.
Van kurdên bi ola ereban bawerin, ji ereban bêtir dikin hawar û gazî da ku YE, YN Kudusê ji Îraîlê bigirin û bidin erebên dijminê kurdan.
Heta ku Kurd di perçeyekê erda xwe de nebin xwedî dewleteke serbixwe ya kurdistanê, wê baweriya wan jî nayê guherîn. Loma divê em hemî kurd niha tenha ji bona ragihandina Kurdistaneke serbixwe bi hevre tevbigerin xelasiya me tenha ew e.
Heta em kurd nebin xwedî dewleta xwe em ê li ser miriyên xelkê bigirin, em ê berjewndiya xelkê di ser ya gelê xwe re bigirin, em ê xaçperestên dostên xwe bikin dijminê xwe.
Heger Selahaddin Eyyubû hemî xaçperest nekiribana dijminê kurdan wê îro kurd jî xwedî dewleta xwe bana.
Niha jî kar û xebatên her çar dagirkeran ew e ku Îsraîlê û hemî xaçperestanli ser navê Îslamê bikin dijminê kurdan. Hin kurd jî ji vê re amade ne û ji dagirkeran bêtir dijminan ji gelê me re peyde dikin.
Dermanê vê helwesta qirêj tenha dewletbûne û îro ew çirosk, ew şans li başûrê Kurdistanê pê ketiye. Loma divê em vê şansê ji dest bernedin…
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.