Berî her tiştî dixwazim bêjim ku em nivşê ji salên 1960-80 me gelek bedel dane. Ji bona Kurdistaneke azad, me canê xwe û male xwe jî daye. Lê em bi serneketin. Ev bi serneketina me bû viruseke xerab û kete canê me.
Me herkesan li gor xwe hin sûc ango kêmanî kirine. Lê ya rastî em hemî sûcdar in. Lê ew sûc jî li gor berpirsiyariyan mirov dikare bîne zimên. Helbet berpirsiyariyên rêber û serokan ne weke ya endaman kêm an hindik e. Sûcê mezin para wan e.
Ji ber ku em ne xwedî rêveber an serokên xwedî tecrube bûn. Em her endamên partiyekê jî ne têr û tijî bûn ku meseleyan li gor şert û mercên Kurdistanê şirove bikin. Ji ber vê me hemiyan bi hevra wenda kir.
Ya girîng weke min di serî de jî got. Serok û rêberên me him bê tecrube bûn him jî destên tarî li ser navê çepên tirkan ku di asasê xwe de hemî Kemalîst bûn, di nava me de rolên xwerab lîstin û gelek serok û rêberên me jî bi wan hatin xepandin.
Sedema dudan jî em di warê neteweyî de ne xwedî tecrube û zanînên hêja bûn. Bi saya çepên tirkên Kemalîst me xwe ji bîr kiribûn. Mezin û rêberên xwe yên di rêya tekoşîna azadiya Kurdistanê de bû bûn cangorî nasnedikirin. Me dîroka qehreman û rêberên xwe nizanîbûn.
Bi vê nezanînê em bi ber bayê Sosyalîstên Kemalîst li ser me diweşandin ketibûn ku em ê welatê xwe bi wê rêyê azad bikin. Em li ser vê baweriyê bi hevketin, nakokiyên mezin di nava me de xuliqîn û em hêdî hêdî dibûn dijminên hev, bê ku haya me ji vê hebe.
Ji ber bê tecrubeyî û nezanînê me nikaribûn, karê ji bona azadiya welatê xwe bi hevre bikin. Me fêm ne dikir ku di welatekî weke Kurdistanê de dikare gelek fikir û îdeolojî hebin.
Bi vê nezanîna xwe em li gor çepên tirkan hatin dizaykirin ku em hêdî hêdî ji bîr û ramanên welatê xwe dûr diketin. Me roj bi roj mezinên xwe, tekoşîn û berxwedanên wan ji bîr dikir. Em welatekî kololînî bûn, xelkê me di bin lingên dagirkeran de dihatin perçekirin, lê em bi azadî û xelasiya milet û xelkê din ve mijûl bûn.
Ji bona ku em jî weke hemî miletên cîhanê fikir, raman û îdeloliyan ji bona gelê xwe bi karbînin, me gelê xwe ji bona wan bi kar anîn. Ev bû kareseteke weha ku hê jî em êşa wê dikşînin.
Piştî darbeya ango hukmê leşkrî ya12 îlona sala 1980 ku piraniya rêber û kadroyên partiyan hatin girtin û di zîndana Diyarbekirê de hatin, kuştin, birîndar kirin ya jî bi salan di wirde man.
Yên xwe xelas kirin jî bi kuçe û kolanên ewropa ketin. Di destpêkê de karên baş kirin. Lê piştî ku li welêt tu tevgerên ku bikaribin li ber xwe bidin naman an nehiştin. Vê tesîra xwe bêtir li kesên ku li ewropa bûn kir.
Roj bi roj kesên zana, kadroyên hêja dest ji karê rêxistiniyê berdan. Zarokên xwe dûrê karên siyasî û rêxistiniyê kirin. Bi .topkirina peran ve mijûl bin. Yanî êdî her tişt bû sexsî. Aha ev bû malwêraniyeke mezin ku şerê me yê xwe bi xwe ji vir de destpê kir.
Êdî kes ketin nava karên sexsî û berjewendiya malbatî dane pêş. Bi vê jî êdî em hêdî hêdî li dij hev derketin û bi îthamên mezin hevdu gunehkar kirin. Me êdî destpê kir ku hevdu kirin, sîxur, ajan û zilamên dewletê.
Vê jî kîn û nefreta me ya li hember hev xurtir kir. Em ketin psîkoliyeke weha ku me êdî hevalên xwe yên do ku em bi her awayî pê bawer bûn kirin zilamên îstîxbaratê yan elemanê MITa tirkan ûhwd.
Li gor van jî piraniya me ketin wê katagoriyê. Ev jî bêwicdaniyeke mezin bû ku me anîn serê hev. Dibe ku em ji hev heznekin, dibe ku em ji ber hin berjewendiyan li dij hev bin. Lê nabe ku em wan hevalên xwe yên ku me bi salan di bin sîwanekê de kar dikirin bikin sîxur û zilamên dagirkeran. Helbet dikarin hin hebin, lê ji wê re jî îspat û delîl lazim e.
Welatê me ango bakurê Kurdistanê li ber têkçûnê ye. Loma gazî û hawar dikim ku em êdî dev ji wan tiştan berdin. Li rê û rêbazên ku em bikaribin bi hevre kar bikin bigerin. Heger em mil bi mil ji bona azadiya kurdistanê kar nekin, emê hemî bi hevre wenda bikin.
Loma divê ev berê ji partiyên me yên Kurdistanî de destpê bibe. Ew xwedî li mirovên xwe, li xelkê xwe, li nivîskar û rewşenbîrên xwe derkevin. Divê ew siyaseta kesan ji xwe dûr dixin bidin alîkî, li rêyên nû yên ku bikaribin wan bikşînin ba xwe bigerin û bibînin.
Divê ji niha û pêde ew kes û sexsên tade û neheqî li wan hatibin jî dev ji îtmanên giran û sûcdarkirina rêhevalên xwe yên bê îspat û belge berdin.
Îro pêwîstiya me hemiyan ji her demê bêtir bi hevre heye. Dagirkeran bi rêya noker û hevalbendên xwe, çanda em li dij hev kar bikin pêk anîne. Ev jî wêraniya kesên kurd, têkbirina hizra neteweyî û malxerabiyeke mezin e. Û hûn sax bin…
Bûbê Eser
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.