Hevîrê vê mijarê dê gelek av bikşîne. Ji ber ev mijareke weha ye ku kî vê bi kîjan alîde bikşîne dê bi wî alî de here. Ev mijar bûye weke stara sal mezinan. Loma hin xwe di bin wê de vedişêrin da ku kes li rewşa wan û ya zarokên wan hay nebin.
Gotineke kurdî gelek xweş heye, tê gotin: ”Gîha di bin keviran de namîne” yanî wê mihaqeq rojekê serê xwe ji bin kevir derxe û der dora xwe bi şênkayiya xwe geş bike.
Helbet yên me salmezinan jî ev e. Piranî ji bona zarokên wan tevlî siyasetê nebin, çi ji wan hatiye û tê bê kêmanî dikin. Gotina kesên weha jî tim ev e ku dibêjin: ”Ma zarok nayên de ka em çi bikin”? Helbet vê ji bona xwe û rûyên xwe veşêrin dibêjin. Niha ev têra wan dike.
Di siyasate kurdî de tu dibîne, ji bona hin bibe berpirs û hin xwe mezin rê bidin gelek salmezinên me, yên heftê salî rê nadin ciwanan da ku ew bibin berpirs. Heta gelek ji kesên weha naxwazin ciwan bibin endamê partiya wan.
Loma ev qarekterekî weha ye ku tenê xwe pê diparêzin. Ev jî xwedî li xwe derketandin û tenê xwe di rojevê de hiştinê pêve ne tu tiştekî din e. Bi gotineke din armanc ne azadiya kurdistanê ye. Hedefa wan ya yekem ku bibin berpisên por sipî. Lewra partî bûne cihê sebra xwe anîna salmezinan.
Dema ku em li dîrokê dinerin vê yekê pir eşkere dibînin ku gelek ji Padîşah, Qral û mezinên dewletan û bi taybetî jî Osmaniyan tu caran nexwestine ciwan bibin desthilat. Padîşahekî Osmanî ji bona Padîşahiya xwe bidomîne wê ji dest nede, di şevekê de şeş zarokên xwe kuştine. Helbet ev dem û dewraneke xerab bû.
Ev pêvajoya genî li bakurê kurdistanê piştî salên 1970ê hete şkestandin ango têkbirin û ciwanan dest avêtin kêşeya xwe ya neteweyî. Ciwanên wê demê bûne pêşkêşê partî û rêxistinên xwe. Bi vê jî karê baş û delal kirin. Lê ji ber bê tecrûbeyî hemiyan bi hevre wande kirin.
Niha jî wan ciwanên wê demê û salmezinên me yên vê demê, li pêşiya tevgara Kurdistanî bûne asteng. Ji ber ku piranî naxwazin û nahêlin ku ciwan bibin endamê partiya wan. Ji ber ku ditirsin heger ciwan bibin endam, wê kursiya wan ji dest here. Ev dikare bibe sedema êdî dê tu berpirsiyariyên wan nemîne. Ev jî nayê hesabê wan. Loma dixwazin her ew û ew bin.
Ez bi xwe baş têgihiştim ku tunebûna ciwanan di nava partî û tevgerên bakurê Kurdistanê de, sedem salmezin in. Ji ber ku salmezinên me piraniya wan nexweş in. Hin fizîkî û hin jî derûnî ango di warê psikolojîk de. Van kesên nexweş ku niha berpirsiyar an serokê partiyan in. Ma gelo hatiye dîtin ku bi kesên nexweş û yên problemên wan yê psîkolojîk hebin dê bikaribin welat azad bikin?
Helbet kes nikarin bêje erê. Madem rewş ev e, gelo çima hê jî salmezin dibin berpirsên partî û rêxistanan? Ma gelo çima wan kesên nexweş û berpirsiyarin, nikarin zarokekî xwe an nebiyekê xwe bike endamê xwe û pêşkêşiyê bide wan.
Nikarin vê bikin ji ber ku piraniya wan bi nexweşiya mezinbûnê ketine. Çel pêncî salin ku tiştek bi destnexistine. Gelek partî û rêxistin belavkirine. Hin yekîtî û hevkarî çê kirine da ku ew bibin berpirs. Li gor min ji vê pêve tu armanceke hin ji wan salmezinên berpirsiyarin û di warê psîkolojîk neweşin, tune ne. Her dixwazin ew û ew bin.
Heger bi rastî em dixwazin ji bona azadiya gelê xwe kevirekê bidin ser asasê azadiyê, divê ew kevirê giran ku salmezin nikarin wî hilgirin, bi destên ciwanan bê hilgirtin û li ser wî asasî bê danîn.
Lê hezar mixabin ku ne salmezinên me dikarin rahêjin wî kevirê giran û dîne ser asasê dîwarê azadiyê û ne dihêlin ciwan wî hilgirin da ku ew bi wê hêz û qaweta xwe, kevirê giran bide ser wî asasî.
Dema hin salmezin bixwazin zarok an nebiyên xwe, brazî û xwarziyên xwe bikin endam jî, wan salmezinên xwedî komeke zarok û nebî li dij vê derdikevin û nahêlin ango nexwazin ciwan bibin endam. Ji ber ku ew baş dizanin ku ciwan bibin endam wê desthilatî û berpirsiyarî ji dest wan here.
Aha rewşa bakurê kurdistanê ya siyasî weha ye. Loma pêşketin çênabe û wê ne be jî. Ji ber ku hin salmezinên serê kaniyê girtine, naxwazin û nahêlin av biherike nava zevî û bexçeyan da ku ew jî fêkî û mêwe bide…
Bûbê Eser
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.