Em hemî dizanin ku erdhêj ango zelzele, çi afat û felaketê tîne serê wî welatê li vir pêk tê. Gelek ji cih û waran temiz dike, gelek deran binax dike, hin deran wêran dike. Mirov têne kuştin, dimrin û wenda dibin. Em hemî şahidê wê ne ku bê erd hêj çi tîne û dibe.
Piştî zelzelê, cih û warên têne wêrankirin, ji nû de û li şûna wan, avahiyên delel , xaniyên mezin têne avakirin. Dem tê mirov wê erdhêjê ji bîr dike û li ser wan avayên li şûna wê wêraniyê pêk hatine dijîn. Êdî mirovên wir li gor wê nûjeniyê dijîn ango jiyana xwe didomînin.
Niha ji bona me kurdan jî mejîhêjek ango zelzeleyeke mejî lazim e. Mejî hejek weha lazim e ku divê wan bîr û baweriyên di wî mejîyê de cih girtine. Divê wan zanîn û baweriyên berê paqij bike. Ji ber hat û tê zanîn êdî bi wî mejîyê berê bi wan fikir û ramanên kevnare Kurdistana ku bê azadkirin emê nebînin... Çima hûn dizani?
Piraniya kurdên me yên ji salên 60-70 bûne şoreşger û welatparêz, perwerdaya wan ya ewil li gor fikir û ramanên îdeolojîk bû. Em çi dikin û nakin hin nikarin dev ji wan ramanên ku tu fêda gelê me niha tê de tune, berdin.
Hê jî piraniya siyasetmedarên me, kar û barê xwe yên siyasî li gor wê dikin. Her çiqasî bi ser jî nakevin û neketine, lê nikarin vê bi awayekî rast qebûl bikin. Her wendakirneke xwe, her perçebûneke xwe weke serketinekê dibînin(!)
Heta siyasetmedarên me, rêber û serokên me li gor wê perwerdayayiya xwe ya ewil ku îdelojîk bû tevbigerin dê her wendakirin jî bibe para wan. Ew wendakirin dibe para gel jî. Ji ber gel li gor fikir, raman û siyaseta serokên xwe, rêberên xwe tevdigerin.
Me dît û dibînin ku van serok û rêberên nikarin xwe li gor demê ango li gor fikirên nûjen biguherin. Guherandina wan zehmet e. Lewra jî mejîhejek bo hemî siyasetmedar., rêber û ji hin serokan re lazim e.
Bala xwe bidinê li bakurê Kurdistanê hema hema tu tiştên kurdan, sembol û hêjayiyên wan nema ye. Ziman têk çûye. Partî û rêxistinên me bi piranî bûne berjendîperest ango rêxistin perest
Çi dema partî û rêxistin berî berjewendiya gel, ya xwe ya serokê xwe û rêberên xwe bibparêzin. Ev tê wê wateyê ku êdî mesele neteweyî têk çû ye. Li gor min niha li bakurê Kurdistanê rewş ev e.
Ma gelo di şert û mercên îro de pêwîstiya bakurê kurdistanê ji ewqas partî û rêxistinan heye? NA. Ma gelol zêdebûna partî û rêxistinan çi fêda xwe ji kurdan re heye? NA û li gor min ji fêdê bêtir zerar e.
Ma gelo wan partî û rêxigtinên me dizanin ku ruhiyeta neteweyî ji dilê kurdan hatiye kişandin û divê ew bi şûnde vegere. Kî yê bike? Helbet partî û rêxistin. Lê ne bi yên îro hene.
Ma gelo partî û rêxistinên me ji bona zimanê kurdî bi pêşkeve heta niha çikirine? Ne tiştek eksê wê gelek ji rêber û kadirên wan, serokên wan hê jî dev ji tirkî bernedane.
Ma gleo çima partî û rêxistinên me biryarê nagirin û bi biryara xwe, êdî di nava xwe de qedexekirina tirkî bi raya giştî parve nakin.
Heger piraniya partiyên me hema hema weke hev difikirin, ev zêdebûna wan ji bona çi ye? Heger ne ji bona berjewendiyên şexsî bin, çima nabin yek. Çima eniyekê neteweyî û serokekî wê eniyê destnîşan nakin.
Nakin ji ber ku probelema wan, kî yê bibe serok. Serokên partiyên me yên niha hemî derd û êşa wan serokatiye. Ma ne ji bona vê serokatiyê ye her roj partî û rêxistinên heyî perçe dibin?
Ji ber vê ye divê mejî hejek bi şîdeta 10. Pêk bê da ku bikaribe wan fikir û ramanên kevnare ji serê wan serok û rêberên me derxe. Da ku li ser wê bi fikrên nû, bi nerînên hevdem û bi dîtinên nûjen dest bavêjin mesela kurd û kurdistanê.
Mejîyê kevn bi mirovên temenê wan zêde re peyde dibe. Lewra divê mejî hej ji wan de destpê bike. Heta ew serok û rêber bin, wê halê bakurê kurdistanê jî ev be. Ji ber ku bi wî mejiyê xwe ê kevnare nabîne û naxwaze bibîne ku bê bakurê kurdistanê berbi ku de dihare.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.