Ez ji xwendin û nivîsandinê pir hez dikim. Ji ber ku mirov çiqasî bixwîne ewqasî jî zana û jêhatî dibe. Bi vê jî mirov dora xwe, hevalbendên xwe û dinyê jî dinasî
Min dema ku dibistana navîn li bajarê Mêrdînê dixwend, di sala xwe ya dudan de dest bi xwendina romanan kir (ku wê demê tenê pirtûkên bi tirkî peyde dibûn ango hebûn) heta ku min lîse qedand bi şêweyekî berfireh bê westandin min dixwend.
Dema min dest bi lîseyê kir û dest bi nivîsandina helbest û pêkenan jî kir ku gelek ji wan di rojnameya bi navê ”Mavî Kirlanc” ku li Stenbolê dihate weşanidinê derket. Di wê demê de bi xwendina romanên tirkî ez fêrî tirkiyeke gelekî zelal bûm ku kesên ez nasnekirima wan texmîn dikirin ku ez tirkim û ji stenbolê me.
Lê piştî min lîse di sala 1973an de li bajarê mêrdînî qedand, Di sala 1974an de bi saya rehmetiyê apê xwe min di daîreya navê wê ”Toprak su îşlerî” bû dest bi kar kir û min xwendina romanan ji nû de berdewam kir. Piştre jî min li daîreya zîraatê weke sekreterya dest bi kar kir. Ez di sala 1975an de li Diyarbekirê bûme endamê PDKT. Di wê salê de min zanko anago uniwersîta aborî li ankarê paytextê tirkan qezenc kir.
Ji ber karên partiyê, hêdî hêdî xwendina min ya romanên bi tirkî ku hema bêjin hemî li ser evînê bûn, kêm dibû. Êdî min zor da xwendin pirtûkên teorîk û yên siyasî ku bikaribim bi endamên partiyên din re têkevim minaqeşeyan û bi ser jî ketim, êdî min giranî dabû pirtûkên weha ku bi teoriyên sosyalîzmê hatibûn avdan. Pirtûkên min çi weke roman û çi jî weke pirtûkên siyasî hema bêjin yên tu kesan wê demê weke yên min tune bû. Odeye min î razan û xebatê hema hema tije pirtûk bû.
Min her wê demê kovara partiya xwe ya bi navê ”Xebat ji bona rizgariya Kurdistanê” ku bi dizî derdiket, dinivîsî, diweşand û belav dikir. Hema bêjin ew kovar jî seranserê wê bi tirkî bû. Min him zangoya xwe li Ankarayê dixwend û him karê partiya xwe bê westan dimeşand. Ez berê sekreterê komîteya partiyê ya komîteya Diyarbekirê bûm dûre jî bûm serokê komîta rêvebir. Min kovara partiyê di mehê carekê de diweşand.
Di sal û roja 02.01.1980 hatim girtin. Dema ji zîndanê derketim (19.05.1982) ji ber çavderiya ji teref polîsan de dihat kirin, ez mecbûr mam ku ji welêt derkevim. Ez 24.12.1983 hatim swêdê û du salên ewil her roj ji ber nexweşiyên xwe yên lêdana polîs û zebeniyên wê zîndanê du caran ji çav û guhê xwe emeliyat bûm,
Dema hinekî baş bûm li gor îmkanên yên wê demê min dest bi xwendina pirtûkên kurdî kir. Di sala 1986an de min li Federasyon Komeleyên Kurdistan li Swêdê dest bi kar kir û karê min jî nivîsandina kovara Berbangê ya zimanê wê bi kurdî bû. Maaşê min ango mûçeyê min dewletê dida. Ew jî weke muçeyên kesên nexweş bû ango kêm bû. Lê min qîma xwe pê anî bû ku bikaribin ji Federasyona xwe û ji zimanê xwe re xizmetê bikim. Min jî dikarîbû wê demê dikanên pîzza û resturand vekira û bibama dewlemendek. Lê tercîha nin xizmeta ziman û gelê min bû. Loma min qîma xwe bi perê hindik anî ku xizmeta zimanê xwe bikim.
Di wê salê de 1986an de min soz da xwe û ahd kir ku ez ê qet û qet bi tirkî nenivîsînim û bi kurdan re tirkî qise nekim. Ji ber ku karbidestên tirkan di wê zîndanê de kurdî li me û li malbatên me ku dihatin seredana me, qedexe kiribûn vê carê jî min tirkî ango zimanê dagirkeran li xwe qedexe kir.
Ew roj ev roj hewl bidim ku her kurdek bi zimanê xwe binîsînin. Ji ber vê helwestê dilê gelek nas û dostan jî ji min ma ku ez di vê derheqê gelekî tund im. Lê ne poşman im. Min gelek nivîskar û rewşenbîr ji zimanê tirkî qut kirin. Alîkariya wan kir ku ew jî tenê bi kurdî binivîsînin û hin ji wan li swêdêne û camêran bi dehan berhemên kurdî nivîsandine.
Ji ber çi min ev nivîsî?
Min heta niha 10 berhem tenê bi zimanê dayika xwe.û bi kurdiya zelal nivîsîne. Hema bêjin di pêşgotina hemî berheman min de kurte jiyana min heye. Lê hê jî gelek camêr hene ku dibêjin: ”Bûbê tu nikare bi tirkî binivîsîne loma tu dozê li herkesan dike ku ew jî tenê bi kurdî binivîsînin”. Yanî dixwazin dibêjin:”Tu tirkî nizane loma ev bû helwesta te” Belê rast e ev helwesta min e û divê kurd tenê bi kurdî binivîsînin. Her weha berhema ango romana min ya ewil ku li ser zîndana Diyarbekirê ye ku bi kurdî û kurmancî min di sala 1994an li swêd da bû weşandinê. Gelo wê demê çend kurdan bi kurdî dinivîsandin???
Lê ez dizanim çend camêrên qet neçûna dibistanan lê xwe baş fêrî zimanê xwe kirine hene. Ev cihê şanezîyê û pîroziyê ye. Lê heyf û mixabin gelek ji wan camêrên weha dema ku dibêjin: ”Bûbê te mekteb nexwendiye û tu tirkî nikare binivîsîne”. Aha ev min dişîne. Bawer bikin ku ji roja hatime swêd û heta niha min qet bi tirkî nenivîsiye, Heger binivîsînim jî ez ê ji gelekên ku bi tirkî dinivîsîn baştir û xweştir jî binivîsînim.
Lê nanivîsînim ev helwesta min e. Ji ber ku ziman hebûne loma naxwazim wê hebûna xwe wenda bikim.
Bi hêviya ku nivîs gihiştibe armanca xwe. Lê bawer nakim ji ber ku em kurd tenê ya xwe dibêjin, li hember hev hesûd in, naxwînin û nafikirin ku divê em bi xwe, xwedî çi helwestê bin. Ez ji sala 1984an li swêdê me û ew kesên ku ew jî bi qasî min li swêdê ne, em hevdu baş nas dikin, Silav û kelama me jî ji hev re heye Lê çima weha dibêjin? min fêm nekirî ye. Tu nivîskare pirtûkên min li ba te hene û di hemiyan de kurtejiyana min heye, hema tenê pêşgotina ji wan yekê bixwîne tê bizanibe min çiqasî dibistan xwendiye.
Lê dîsa hurmeta kesên weha dikim ku ew bi xwe neçûne dibistanên tirkan, lê xwe baş fêrî zimanê xwe kirine. Weha xuya ye wan nexwendine dibêjin qey herkes weke wan nexwenda ye…
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.