Zîndana Diyarbekirê û Enfal

Min xwest hinekî rewşa wê zîndanê di vê nivîsa salvegera enfalê de vekim û sedema herdu bûyeran bînim ba hev û bi kurtasî vê şirove bikim.

Bube Eser

18.07.2020, Cts | 20:59

Zîndana Diyarbekirê û Enfal
Nêrîn Belav bike

Li gor min di jiyana gelê me de du nokteyên reş, du nokteyên herî bi êş, du nokteyên herî hov û du nokteyên ku mînakên wan li vê cîhanê rû dabe tune ye.

Ji wan yek zîndana Diyarbekirê ye ku ez bi xwe jî nêzî sê salan tê de jiyam (2-1-1980---19-05-1982)

Ya din jî enfala ku li başûrê Kurdistanê pêk hatibû ye. (Min nêzîkî salekê li başûrê Kurdistanê li ser vê jî kar û xebat kirî ye û heta niha sê berhemên wan weşandiye û yek jî li ber çapê ye) Min xwest di salvegera enfalê de (31-07-1983) van herdu bûyer û kiryarên qirêj binim ba hev da ku em bikaribin fêm bikin bê çima ez dibêjim zîndan û enfal???

Min xwest hinekî rewşa wê zîndanê di vê nivîsa salvegera enfalê de vekim û sedema herdu bûyeran bînim ba hev û bi kurtasî vê şirove bikim.

Dema Ciwanên kurd piştî derbaya leşkerî ya di 12 îlona 1980 li tirkiyê û bakurê kurdistanê pêk hatibû, hatin girtin û ketin zîndanê. Armanc û hedefa dagirkeran jî ew bû; ji bona keç û xortên kurdan hemiyan li gel malbatên wan di wê zîndanê de û yên li derveyê wê zivêr ango aciz bikin ku yên di zîndanê de bûn bibim tirkê baş û malbatên wan jî dev ji doza kurd û Kurdistanê berdin.

Lewra jî di wê zîndanê de hema çi şikil û metodên êşkencayan bêne bîra we û me, ew hemî di wê zîndanê de li me û li wan ciwanên girtiyên di virde ceribandin.

Bi saya wan êşkenceyan gelek kes di wê zîndanê de kuştin, gelek dîn û şêt kirin, piraniya wan seqet hiştin û yên mirov digot qey saxlem in, ew jî piştî demekê her yek ji wan bi nexweşiyekê ketin û ji nava me çûn. Hin hê jî dijîn di warê nefsî de ne zêde baş in.

Ev ne bes bû, bi sedan kesan di wê zîndanê de xadim kirin. Ji ber ku wan bi xwe digot: ”Piştî zîndanê heger tu zewicî be, êdî tê nikaribe here ba jina xwe, heger tu azib e, êdî tê nikaribe bizewice”. Weha jî kirin.

Wan digotin: ”Piştî ku tu ji vê zîndanê derket, divê tu êdî zimanê xwe bi kar neyne, ji ber ku di virde me ew perwerdayî daye te. Hûn bixwazin jî hûnê êdî nikaribin bi zimanê xwe qise bikin, bixwînin û binivîsînin. Weha jî bû.

Wan digotin: ”Em ê li malbatên we, dê, bav, xuşk û brayên we weha bikin ku ew ji ber vê eziyeta ku em ê li wan bikin wê êdî ji doza hûn ji bona wê ketine vê zîndanê berdin. Weha jî bû.

Pir tişt hene ku divê mirov binivîsîne lê ez ê di vê nivîsê de weha nakim. Kin dibêjim û hêvîdarim hûnê tê bigihêjin ku sedema vê nivîsê çi ye…

Tiştên min nivîsîn an ew gotin, helbet ne sedî sed e. Lê li gor min bi piranî dagirker û karbidestên wê zîndanê bi serketin.

Enfalê çi anî û bir?

Dema enfalê destpê kir, armanc û hedefa Seddam ew bû ku dema mêr nemînin wê jinên wan nikaribin zarokên bi çûk mezin bikin, ji bona jiyaneke nû berxwe bidin.

Çi digot Seddam? Wî her digot: ”Yên bûna bela serê me Barzanî ne, heger ez jinên wan bê mêr bihêlim, êdî ev doz jî têk dihare û ez ê bi serkevim”. Lê weha nebû.

Wî digot; ”Heger ez zilaman nehêlim wê êdî zorak çê nebin, piştê demeke dûr û dirêj çê jî bibin ewên bi min û terbiya ku ez ê bidim wan dê mezin bibin”. Lê weha nebû

Seddam digot: ”Heger ez malên wan bi ser serê wan de xerab bikim, wê perîşan bibin, bê nan û av bimînin. Wê ji bona pariyek nan xwe bavêjin bextê min da ku ez wan efû bikim, nan û avê bidim wan da ku ew jî dev ji doza xwe berdin”.. Lê weha nebû.

Heger çiqasî girtiyên zîndana Diyarbekirê di wir de rastî lêdan, êşkence û kiryarên hovane hatin jî, çi tiştên xerab hatin serê me, hema bêjin ne kêmî wê diaînin serê zîyaretçiyên me jî. Armanca wan ji vê ev bû, me û malbatên me ji doza kurdistanê dûr bixin.

Loma ez dibêjim dagirkerên me, bi saya zilamên xwe yên berpirsiyarê wê zîndanê heger ne bi temamî jî be, bi serketin.

Ji ber ku piraniya kesên ji wê zîndanê derketin, wan bi xwe kurdî li xwe û li zarokên xwe û li malbatên xwe qedexe kirin. Bi tirkî xwendin û nivîsandin. Dema jiyan bû bi tirkî li gor wê jî mejî şikil digire û ew mejiyê ji bona kurdistaneke serbixwe ketibû wê zîndanê, dema derket ew doz û ew zîndan ji bîr kir.

Lê dema li başûrê kurdistanê enfalê ji Barzaniyan de destpêkir (31-07-1983) Heta jin û zarokên bi çûk, mabûn ku piştî demekê hatin ser hêşê xwe weke Seddam dixwest nekirin. Eksê wê wan iinên qehreman zarokên xwe bi ruhiyeta neteweyî weke pêşmêrge mezin kirin.

Her keç û xortekî temenî wî/ê bi ser 15-17 diket, dibûn pêşmêrge û direviyan nava pêşmêrgeyên li serê çiyan bûn.

Wan bi şer û tekoşîna xwe, bi hêz û qawetên xwe, bi îmkanên hema hema bêjin tune, berxwe dan, bi azadiya başûrê kurdistanê tola bav, ap, xal, xaltîk, û dêyên xwe bi ragihandin azadiya başûr kurdistanê hilanîn..

Lê yên ji wê zîndanên derketin li gel malbatên xwe çi kirin?

Dev ji zimanê xwe berdan, ew zimanê şêrîn wan bi dest û helwestên xwe kuştin. Ew kuştin lê zimanê tirkan xurt kirin.Berhemên xwe û siyaseta xwe êdî bi wî zimanê qirêj domandin û nivîsandin.

Ji ber vê ye, kesên ji wê zîndanê derketin, hema bêjin piraniya wan dixwazin wê ji bîr bikin. Loma em nikarin komîteyekê demazrînin ku doza wê zîndanê di qada navneteweyî de biparêzin û dagirkeran bidin mahkemên navneteweyî…

Ji ber ku dagirker baş dizanin; dema ziman nema gel jî namîne, doza kurdistaneke azad û serbixwe jî namîne. Lê…

Ez naxwazim vê zêde dirêj bikim: Ji ber ku mijar enfal bû, lê min xwest van herdu bûyerana bînim bîra we ku bê serketin çawa bi dest dikeve. Her weha ez li ser berhemeke van herdu bûyerana bi dûr û dirêjayî bînim zimên kar û xebatê dikim…

Hêvîdarim ku min di vê nivîsa kurt ku di vê çerçeweyê de pirtûka wê hazir dikim, da ku hûn jî hinekî li ser vê rawestin û bifikirin.

Zîndana Diyarbekirê û enfala li başûrê Kurdistanê pêk hatibû dê tu caran neyê ji bîr kirin. Loma divê em kar û xebatê bikin da ku dagirkeran di qada navneteweyî de bixin mahkeman û wan herduyan bi vî sucî bidin cezakirinê.

18.7.2020


Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
2179 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:07:14

Bube Eser

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Di siyasetê de salmezin!!! Pêşîvekirina tevgera Bakurê Kurdistanê divê çawa be??? GAZÎ Û HAWAR E Heger ez bibim desthilat!!! Di nêz de Selahattin dikin serokê Kurdan!!! Dem dema yekitiya PDKyiyan li bakurê Kurdistanê ye!!! Gelo heta kengî ev mejî??? Hêviyên me û HAK-PARek çawa??? Mejiyê ku hatibe dagirkirin Serketin çawa dê pêk bê??? De werin em li hev vegerin û dest bidin hev… Doza Miletekî Çawa Bi Serdikeve??? PAK û TDK Xebat ne bi gotinê bi kirinê dibe!!! HAK-PARê pîroz dikim!!! Çıma HAK-PAR Yekıtıyê Naxwazî(!) Barzaniyê Mezın Çı Da Me Kurdan? Helwesta PSK ê ne helwesteke rast e Kurdno di sed saliya Lozanê de vê bikin… Rêzgirtin tifak û bihevre karkirin Hilbijartin yekitî û HAK-PAR!!! Divê li Bakurê Kurdistanê çi bê kirin? Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (8) û dawî Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (7) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (6) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (5) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (4) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de (3) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (2) Rewşa Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (1) Encama Semînerên min, dîtina kesan û malwêraniya me!!! Kurdno werin em destên xwe bidin hev hêza xwe bikin yek!!! Em êdî hevdu fêm nakin! Abdullah Ocalan got… Çima Barzanî û dîsa Barzanî? Divê HAK-PAR çi bike? Kî zorê tadê û êşkencê li kurdan bike, Kurd dibin hezkiriyên wan!!! Kongreya HAK-PARê Bêdengî qebûlkirina bindestiyê ye! Gelo em çiqasî welatparêzin? Siyatmedar û sal mezinên me!!! Felsefe ango Rêbaz!!! Kê dinya hejand û Kurd zîndî kir? Gelo ez kîme û çima tenê bi kurdî dinivîsînim? Kurdên bakurê Kurdistanê siyasetê fêm nakin!!! Em Kurd çima bi sernakevin??? Teqandina boriya neftê ji bona çi bû??? Şêx Ahmed Barzanî kî ye? Sala nû û hêviya gelê Kurd Kurdên me ecêb in!!! Pêwîst e em di Navenda Kurd de bibin yek deng! Barzanî û Evdila PDK û Pkk Kurd û pêkanîna konferansan? Serketin bi piştgiriyê dibe! Deh rojên di zîndanê de me! uu Girtin, binçavkirin. Zîndankirin û kuştin Kê mirîdî avifirandiye? Hilbijartina li Iraqê û li Kurdistanê qediya lê… Mirov çawa dikare xwe ji Penceşîrê (Qanser) biparêze û jê xelas be??? PKK Kî ye, kî ne û çi dike??? Bijî Sosyalîzma Kurdan(!) ya ji bona tunekirina wan. Me têk bir… Çima protesto û ne devjêberdana tirkî Emerikayê çi kir û divê em Kurd çi bikin??? Dengê têkbirina Kurdistanê tê!!! Bê dewletî û berjewendî… Rexne agir e… Gotina Enfalê rehet e, lê fêrbûna wê zor û zehmet e!!! Bê helwestiya Kurdan li hember PKK/PYD!!! Seredana HDPK(K)ê Ev destpêkek e ji bona PK(K)!!! PKK di destê dagirkeran de bûye vîrusek bê derman!!! Em çima li ser xelkê digirîn? Dîasporê çi da me çi ji me girt??? PKK û Kurd, azadî û serxwebûn Partî û rêxistinên me yên bakurê Kurdistanê!!! PKK û Lozana nû!!! Kurdno ji bona Lozana dudan xwe amade bikin Bi kadirên kevn partiyeke nûjen enî an cephe çê nabe!!! Peymana Lozanê diqede!!! Zîndana Diyarbekirê û EM!!! Ji bona çi partiyên kurd bi ser nakein!!! Em ji Dalkurd çi dixwazin??? Hêviya me di sala nû de divê çi be??? Îsmaîl Beşikçi bi eslê xwe tirk e. Gelo bratî çi ye û kî biran e??? Kurdno him şiyar bin, him jî agahdar bin!!! Xelata Nobelê û Kurd Dema nêrek bê xesandin!!! PKK çi dixwazî??? Çima Barzanî??? Me dikujin, wêran dikin û em…!!! Ka em çi bikin??? Û berê xwe bidin kîjan partiyê… Damezrandina PKK û lîstikên wê!!! Rewş li bakurê Kurdistanê Serokê netewa Kurd BARZANî… Piştî ba û bahozê aramî ye Kurdno ji bona siberojeke xweş hazir bin!!! Şert û mercên yekitiya Neteweyî… Divê Kurd şahiyê bigirin û bigerînin... Serok in lê ne neteweyî ne… Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK Analîzeke kurt li ser PKK
x