Dema em zarok bûn li gund dijiyan, lîstikên me çêkirina xaniyên henekan bû ku me her carekê yek ji nêvî bêtir diqedand, me ne di eciband. Xerab dikir û ji nûde dest bi lêkirina xaniyekî din dikir ku her ew jî heta nêvî dihat û hew.
Niha li bakurê kurdistanê jî xerabkirin û avakirina partiyên siyasî bûye weke xaniyên me yên zarokatiyê. Ji ber çêkirin û xerabkirinê me tu caran xaniyek ne qedand. Her weha bi girtina partiyek siyasî û vekirine yeke nû jî em nebûn xwedî partiyeke bi hêz.
Heger partiyeke nû, bi plan û projeke nûjen û li demê guncav be. Heger damezrana partiyeke nû bi pêşkêşiya ciwanan be û heger partiyeke nû xwedî medyayeke xurt û îmkanên aborî yên baş û temen dirêj be, aha wê gave ew partî dikare bi serkev e.
Serketina partiyeke nû, bi projeyên nûjen û bi rêvebiriya ciwanên jin û mêran pêk bê, dikare serketinê bi dest bixe. Salmezinên me bi salan e ava kirine û xerakirine. Ji ber fêrî vê bûne nikarin bi damezrandina partiyekê bêne ser.
Serketina partiyeke nû heger her rêvebirekî wê partiyê li gel xwe zarokekî/ê xwe jî bi xwe re bibe navanda partiya xwe û wî-wê fêrî siyasetê bike û bike xwedî hin berpirsiyar, ew partî dikare bi serkev e. Lê tu li partiyên bakurê Kurdistanê binere zarokên yek rêvebirekî ne endamê partiya bavê xwe ye. Haya piraniyan zarokên wan ji siyaseta kurdî jî tune ne…
Partiyeke nû bikaribe li hemî rewşenbîr û nivîsakarên xwe xwedî derkev e. Di televizyon û di mediya xwe de behsa romanên nivîskarên ne hevalê wan e bike, dikare bi serkev e. Lê na hê partiyên me weke salên heftê tevbiggerin loma bi sernekevin.
Partiyeke siyasî ji bilî endamên xwe tu kesên din nebîne, weke rewşenbîr û nivîskarên wan bi tenê hene, xwe bizanibin wê serketin nebe para wan. Loma divê fêr bibin ku li derveyî wan jî rewşenbîr û nivîskar hene. Li tu welatekî, milet bi giştî nabe endamên partiyan.
Ya herî girng jî ew e ku kîjan partî ambargo deyne ser nivîskar an rewşenbîrên ku wan rexne dikin, wê qet û qet negihêjin armanca xwe. Divê bê zanîn ku partî ne ji bona azadiya sexsan, ji bona welatekî azad bike têne damezrandin…
Ji bîr nekin ku Şerab çiqasî kevn dibe, tama wê ewqasî xweş û bihayê wê jî ewqasî zêde dibe. Partiyên siyasî jî çiqasî temendirêj bin, ewqasî dibin xwedî tecrube. Ji çend salan carekê damezrandina partiyakê, ne çareserî ye. Îro li bakurê Kurdistanê bi rêya HAK-PARa temen dirêj û xwedî tecrubeyên bi salan, mirov dikare çareseriyekî bi hevre ji bona bakurê Kurdistanê bîne. Ji ber siyasetmedarên me hemî îdeolojîk in, bi armanca bila ya min be bi çûk be, bi sernakevin. Ji bîr dikin ku ew dem derbas bûye.
Avakirin û xerabkirin, avakirin û xerabkirin dibê cihê bê baweriyê ku nikare xwe xurt bike û ji bona gelê xwe çaresriyekê bîne. Hingî xerab dikin û dadimezrînin, dibe weke burxeya xirek ku êdî nabe dibe cihê baweriyê…
Îcar her partiyeke nû tê damezrandin, ji propaganda xwe ya li ser internetê bêtir kar û tiştên wê bikin an dikin binivîsînin, plan û projeyên nû pêşkêş bikin wê bêtir bibe cihê baweriyê. Wê gave dê bê zanîn ku kîjan partî bi çi mijûl e.
Hevdîtin û seredan xweş in, lê ev ne karê partiyên siyasî ne ku seredana mezalan bikin û bikevin govendan, li şîn û şahiyan amade bin û wan weke çalakiyên xwe rê bidin. Dema te hevdîtinek kir, divê tu encamê wê jî bi miletê re parve bike ku ew li ser çi asasî û ji bona çi bû. Me hev dît û xwarin xwar, divê ev nebe karê siyaseta partiyên siyasî.
Partiyeke siyasî bixwaze li bakurê kurdistanê bi ser bikeve, divê xeta wê û ya pkkhdp pir eşkere, zelal û bê tawîz be. Heger partiyeke siyasî noqa xwe ji daxwazên pkkhdp re vala kir. Li gel wan rabû û rûnişt, ewên wenda bikin û ew wendakirin dê bibe serketina pkkhdp yê. Heta niha di vî warî de tenha siyaseta HAK-PARê eşkere û zelal e.
Hêvîdarim ku min dabe fêmkirin ku bi kesên çend partî û tevger têk birine wê di damezrandina partiyeke nû de ne bi serketî bin. Bi kesên tenduristiya wan xerab û bi salên xwe mezin, xwedî pisikolojiyeke xerab jî tu serketin pêk nayê. Sal mezin xwedî tecrubeyên hêja ne, lê nabe ew bibin rêvebir, ji dêlva vê dikarin bibin şêwirmendên partiya xwe.
Li bakurê kurdistanê bi serpereştiya eniyeke neteweyî ku hemî partî, rêxistin, rewşenbîr û ronakbîrên kurd têde cih bigirin wê serketinê bi dest bixe. Wê bibe xwedî baweriyeke ku gel jî berbi wan de bimeşe.
Ji bona vê jî zûtirîn demê divê eniyeke neteweyî ku bi qadirên xwe (kadro) bi serpereştiya ciwanên ku ji jin û mêran pêk bê, dibê.
Nivîsa xwe bi pirsekê diqedînim: Gelo çima heta niha li bakurê Kurdistanê jinek nebûye an nabe seroka partiyeke siyasî??? Ma Kurdistan tenê ji mêran pêk tê…
Bûbê Eser
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.