Dagirker ji bona serketinên xwe, çi cûre û metodên ku xelkê wî miletekê dagirkirî nikaribe xwe azad bikin, dikin. Ji bona dîroka xwe nenasin û nebin neteweyî, gelek caran ji xelkê xwe kes û kesayetên xwe, li ser destê zilamên xwe, li ser navê wî gelê dagirkirî hin partiyên siyasî jî vedikin, da ku bikaribin bi destê wan pêgirt û zilamên xwe, hemî hêjayiyên welatê dagirkirî têk bibin.
Çi dema li welatên dagirkirî tevgerên neteweyî xurt dibin û dibûn, di tekoşîn û berxwedanên xwe de dixwazin an dixwestin gelê xwe ji bin zilma dagirkeran derxin. Aha wê demê dagirker jî bi hemî hêza xwe, bi qawet û bi metodên xwe yên hovane, wî miletê dagir kirine di bin destê xwe de dihiştin û bihêlin, kar û xebat kirine û dikin.
Dagirkerên me tirk, ereb û farisan jî her ev metod bi kar anîne da ku kurd neghêjin azadiya xwe. Loma ji roja perçebûna gelê me û heta niha, dagirkeran gelek rê û olaxên hovana bi kar anîne. Dema dinerên bi şer û pevçûnan bi sernakevin, xwe bi lîstikên nû diguherîne û weke rê bidin ku êdî demokrat in, herkes dikarin nerîn û dîtinên xwe bêjin an binivîsînin. Lê ji vê re jî hudûdek û sînorekî datînin.
Dagirkerên tirk dema nerîn ku wê bi şer nikaribin kurdên ku ji teref wan de hatine dagirkirin biqedînin. Vê carê olê bi kar tînin û anîn. Li ser navê olê weke kurd û tirk brane rê didin û dibêjin nabe ku bra, bra bikuji. Lê dema ew dikujin navekî lê dikin…
Li bakurê kurdistanê heta salan 1960 bi rêya olê ango li ser navê olê him kurd dikuştin him jî digot in; Em û kurd misiilmanin nabe em hevdu bikujin. Bi vî rengî heta salên 1960 ev mesela anîn. Anîn û bi vê ji ji ewropiyan re digotin; Ev serîhildanên kurdan tenê ji bona anîna dînî îslamê ye. Mesele dirêj e û nexwazim bikevim nav. Yanî bi kevirekî du çûk dikuştin.
Pişt salên 1960 dema tevgerên demokratîk, sosyalîst û pêşverû li cîhanê , li tirkiyê û li Kurdistan geş bû û her ku çû pêşve diçû, vê carê dewleta dagirker, weke li hemberî tevgerên olî bin, piştgirî dane tevgerên ku bi navê Sosyalîst û Komunîst û ji bona tevger ji destê wan dernekeve, gelek tevgerên qaşo pêşverû, sosyalîst û komunîst bûn, bi pêşkîşiya dagirkeran li tirkiyê û li bakurê kurdistanê hatin damezrandin.
Di piraniya tevgerên sosyalîst û çep de tekoşîna sinifî ango çînê hebû û ji bona wê ji xelkê xwe di vê rêyê de perwerde dikirin. Rêxistin û partiyên bi destê wan lê bi dizî yên li ser navê kurdan û hinên tirkan hatibûn damezrandinê li gor vê projeyê perwerde dikirin ku doza neteweyî ya kurd tune bikin.
Di destpêka salên 1960î de piraniya xortên kurdan yên li metropolên tirkan dixwend in, bawerî bi vê teza sosyalîzma ku bi derewan digot; ”xelasiya gelê bindest di sosyalîzmê de ye. Dema em sosyalîzmê bînin tirkiyê aha wê demê mesela kurdan jî hal dibe”. Piraniya xortên kurd bi vê sloganê xapandin.
Her weha pêşkêşên piraniya van tevgerên sosyalîst û çepên tirkan Kemalîst bûn. Wan li gor Kemalîzma ku Kurd qirkiribû sosyalîzmeke ji ya cîhanê cûda bi ciwanên tirk û kurdan dane qebûlkirin. Pêşkêş û serokên piraniya tevgerên çep li tirkiyê Kemalîstên girêdayî dewleta xwe ya kûr bûn.
Di destpê de hin tiştên xweş û berbi aqilan ve diçû digotin. Loma ciwanên kurd yên xwendevan û li metropolan ev ji xwe re, ji bona azadiya gelê xwe re weke rêyek baş dîtin. Lê fêm nekirin têne xepandin. Ji ber ku kesên ketin nava wan tevgerana, dîroka xwe ya zanîbûn jî ji bir kirin, bi saya vê sosyalîzmê mezinên xwe nenasîn, bi kurtasî dîroka xwe bi temamî ji bîr kirin û li gor teza sosyalîzmê perçe kirin qurbana tevayî. Yanî Kurdistan kirin qurbana sosyalîzma ku bi destên dagirkeran hatibû avakirin ku ne dixwestin kurd bibin xwedî dewleta xwe.
Di salên 1970 bi munaqeşeyên di navbera çepên tirk û kurdan de, me bi zora xwe, mafê xwe ê rewa weke Kurd xwe bi rêxistinî bikin bi dest xist. Ev jî weke şoreşkê bû ku em bi serketin. Ji ber ku li got têza sosyalîzmê divê em û sosyalîstin tirk din yek rêxistinê de me bi hevre karê bi serketina sosyalîzmê bikirana, da ku tirk û kurd jî azad bibana…
Lê mixabin gelek zana, jîr û jêhatiyên kurdan yên bi temamî bi fikra sosyalîzmê hatibûn dagirtin, heta gelek ji wan kadiran (kadro) ji dewletên sosyalîst mûçe (maaş) jî digirtin da ku kurdan bikin sosyalîst, wê demê jî û niha jî hê li ser ya xwe ne. Nanê wan xwarina nabe îxanetê bi wan re bikin…
Lê dema ruhiyeta neteweyî bi şerê Barzaniyê nemir, bi guleya şoreşa îlonê pê ket, dengê wê gullê roj bi roj zînginî ji guhên me ciwanên wê demê dianî da ku em li xwe, li dîroka xwe vegerên û ji dêlva mezinê sosyalîzmê, em mezinên xwe binasin û bidin ser şopa wan.
Ji vê jî çep û sosyalîstên tirk û kurdan gelekî aciz bûn. Loma wan tevgera Barzaniyê nemir weke tevgereke paşverû û li dij sosyalîzmê ye bi nav dikirin. Heta hin partî û tevgrên kurdan jî ji Barzaniyê nemir xaîn didîtin. Wê demê li ser vê jî gelek minaqeşeyên tûj di navbera wan û neteweperestên kurd derdiket. Heta wan partî û tevgerên kurd yên çep û sosyalîst ji me xortên pdk re digotin hûn hemî gundî ne. Hingê sosyalîzmê ew kor kiribûn ku nedidîtîn ku em û ew li dibistanê di sinifekê de ne. Ew dibûn pêşverî û em dibûn gundî û paşverû…
Li Bakurê Kurdistanê herku tevgerên neteweyî geş û bi hêz dibûn vê carê jî em weke kesên neteweyî û yên sosyalîstên kurdan ketin û diketin qirika hevdu. Li ser sovyet, çin, arnawutliqê û tevgerên kurd yên neteweyî me serê hev jî dişkenand, gotinên ne li rê ji hev re digotin. Ev jî meseleyeke dirêj e…
Lê di nava wê gengeşî û munaqeşeyên me de weke min gotibû, me xwe, mezinên xwe, dîroka xwe ji bîr kiribûn û me heta hemalên dewletên sosyalîst jî dinasîn lê mezinên tevgerên xwe nedinasîn. Ev jî kareseteke mezin bû. Heta ku em lê hay bûn, me xwe xelas kirbû.
Dûre dabeya 12 îlona sala 1980 pêk hat, ji xwe wê çi anî serê tevger, sexs û sexsiyetên kurdan hûn hemî ji min baştir dizanin. Loma ne hewceyê behsa wê bikim.
Lê vê darbeya leşkerî ya faşîst tiştekî baş jî ji bona me kurdên bakur anî ew jî ev bû:
Dema hin serkêşên tevgerên kurd endam û terefdarên wan ji tirsa girtin û kuştinê mecbûr man ku welatê xwe terikandin. Berê bi çol û çepelên welatên rojhilata navên ketin, dûre dîsa mecbûr man ku birevin welatên ewropa. Aha çi bû li vir bû:
Çi bû li wir:
Piraniya kesayetiyên me ji bona vegerin welêt û şoreşê bikin. Xwe amade dikirin, xwendin, nivîsên û gotin. Di nav xwendin û gotinê de pê hesiyan ku ne bi îdelojiyan bi neteweperestiyê dikarin welatên xwe xilas bikin. Fêmkirin li vê cîhanê hemî milet bi rêya neteweprestiyê bûne dewlet.
Ji ber vê bîreweriyê bû ku piraniya tevger û partiyên kurdên bakur yên sosyalîst dev ji wê fikrê berdan, li xwe, li dîroka xwe vegeriyan.
Dîroka gelê bindest xwendin û dîtin ku hemiya bi rê û rêbazên neteweyî xwe azad kirine, dewleta xwe danîne. Loma me jî ji nûde fêm kir û ketin wê baweriyê dive kurd jî weha bikin.
Lê hin kes, partî û sexsiyetên me ev qebûl nekirin ango ji ya xwe daneketin û bi înad her xwestin kurd bibin sosyalîst. Lê ji bîr kirin an nexwestin bizanibin ku asasê dewletbûnê ji fikra neteweyî destpê dike. Piştî damezrandina dewletê kî çi biparêzi azad in.
Piştî têkçûna Sistema sosyalîzmê li cîhanê wan partî û sexsiyetên me demek dûr û dirêj bê deng man. Zêde behsa sosyalîzmê nekirin. Ev baş bû jî. Ji ber ku êdî kurdan dixwestin bi rêya netewetiyê welatê xwe ê dagirkirî bighêjin azadiya wê.
Me hemiyan weke Kurd bi hevre li başûrê kurdistanê azadî dît û dibînin. Xuya ye ev bi xweşe hin tevger partî, kes û kesayetiyên me kurdan ne çû, loma ji nû de li xwe hay bûn ku fikra ku wan bi salan diparas têk çû, ev hezm nekirin, ango qebûl nekirin û ji nude destpêkirin û ketin parastina Sosyalîzma tu fêda wê ji kurdan re heta niha çê nebûye.
Belavkirina têza sosyalîzmê ji nû de, vê dîsa weke salên 1970 kurd kirin du beş. Sosyalîst û neteweperest. Ji nûde ew dijminayetiya ji bona îdeolojiyan ya hatibû ji bîr kirinê, geş bû. Di van şert û mercan de wê ev munaqeşe çi bide kurdan? Divê kurd li ser vê jî rawestin…
Ew kurdên ji partî û fikrên cûda ku bû bûn weke du biran, ji nû de bi avêtina fikra başî û parastina sosyalîzmê dîsa kurd kir du beş an du kamp. Dîsa kurdan destpêkirin çi tiştên nexweş û xerab hene ji hevdu re got û dibêjin. Ev gihiştiye dereceya hevdu tehdîtkirinê jî.
Ma gelo hewce dikir ku em ji nûde wê dijminatiya hatibû ji bîrkirinê geş bikin???
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.