Di van demên talî de adetek ketiye nava kurdên bakurê Kurdistanê, bê ya star. Rabûn û rûniştinên wan, ger û seyranên wan, sohbet û gotinên piraniya wan bûye rexnekirina partî û rêxistinên me. Loma min xwest ez jî bi nivîseke cûda beşdarê vê bibin.
Bi vê beşdariya xwe min xwest, çend nokteyên girîng destnişan bikin da ku dema mirov tiştek, partiyek, kes û kesayetiyek rexne kir, divê mirov di rexna xwe de serketîbe da ku evên têne rexnekirin, li xwe û li kêmaniyên xwe hay bibin.
Lê bawer bikin piraniya kesên me yên siyasî ku niha bi karê rêxistinî ve mejûl nabin û naxwazin xwe,nêzîk jî bikini û her ku dihare jê direvin, karê wan bêtir bûye rexnên parityên me yên heyî. Ev heqê herkesan e, lê ne heqê tu kesan e ku heqaretan weke rexne bi kar bînin.
Xwezî û heft caran xwezî ku rexnebana. Bi rexnên çêker mirov ji wan re dibe alîkar da ku karê xwe baştir bikin. Lê bi wan gotinên hişk û çors yên li ser navê rexnan têne kirin, ji gunehkarî û sûçariya rêxistinan pêve ne tu tiştekî din e.
Kîne rêxistin û partiyên me?
Berî her tiştî divê em bizanibin ku rêxistin ez im, tu yî, ew in, em in. Madem ew rêxistin ji me pêk tên, dive em jî wê bi hêz bikin, xurt bikin, li ser xete neteweyî beşdarî nava wan partiyên nêzîkî xwe dibîne, bibin da ku ji lawazbûnê xilas bibin.
Lê piraniya kurdan çi dikin?
Carekê nafikrin û nabînin ku îro pêwîstiya bakurê kurdistanê ji rêxistineke neteweyî û bi hêz heye, lazim û pêwîst e. Hin nizanin ya jî nabînin bi saya rêxistineke bi hêz em ê pêşiya gelek bûyerên xerab bigirin û alîkariya brayên xwe yên perçên din jî bikin.
Gelo rêxistineke xurt û bi hêz dê çawa pêk bê?
Aha mesela me kurdên bakurê Kurdistanê di vir de ye. Em hemî ango piraniya me tim û tim behsa rêxistineke bi hêz, xurt û xwedî qawet dikin. Lê em nafikirin ku rêxistineke weha, partiyeke wisa bi saya beşdarbûna mirovan dikare bibe.
Hin nabînin an jî naxwazin bibînin ku rêxistin em bi xwe ne. Dema her yek ji me bi zanîna xwe, bi qasî hêza xwe, bi qasî taqata xwe, bi qasî aboriya xwe, bikevin nava kîjan rêxistinê ew ê bibe altarnatîfa ku em tim dixwazin. Ev ê bibe ji holê rakirina bê altarnatifî. Madem rê ev e, gelo em çima carekê vê ji xwe jî napirsin?
Ez nabêjim û min tu caran negotiye ku divê mirov partî û rêxistinan rexne neke. Helbet ev heqê me herkesan e. Min bi xwe jî gelek caran ew rexne kirine û ez ê bikim jî. Lê divê em di rexnên xwede hinekî bi vîcdan bin. Rexnên me re divê li ser asasê rastiyê bin. Ji bona pêşketin û bi hêzbûna wan be.
Vicdan ew e ku divê em bizanibin îro li bakurê kurdistanê siyaset û karê rêxistinî bûye perçek ji agirê dojehê. Di nava wî agirî de kar û xebatên ji bona azadiya welatekî kolonî weke Kurdistanê ne hêsan e. Lê piraniya Kurdan, vê fêm nakin û naxwazin fêm jî bikin.
Gotina min ev e: Ez bi xwe jî li gel rexnan im. Lê ez li dijî wê yekê me ku ew kesên karên partî û rêxistinan bi çûk dibînin, beşdarî nava yekê ji wan nake. Tenê karê wan rexne ne ku ew jî weke rexne bêne hesibandinê, me. Divê em ji bîr nekin rêxistina herî xerab ji bê rêxistiniyê çêtir e.
Divê em jî bîr nekin rêxistin jî, partî jî em bi xwene. Madem em rêxistineke bi hêz û xwedî qawet dixwazin, wê demê em bi xwe jî divê bikevin nava wan. Em jî destê xwe bikin bin wî kevirê ji agirê dojehê sincirî ye.
Heta ku em li kêfa xwe binêrin û nexwazin zehmetiyan bibînin. Di şert û mercên zorde tevlî karê rêxistinan nebin, tenê bi rexnan em qaweta heyî jî lewaz dikin. Serê endamên partiyan jî tevlihev dikin.
Di her rexneyekê de pêşniyar tune be ew êdî nabe rêxne. Di her rexnakê de pêşniyariya damezrandina partiyeke bi hêztirîn tune be ew nabe rexne. Divê em ji bîr nekin, rexne ji bona bêtir kar bê kirinê ye û kêmkirina şaşiyan e.
Di rexneyekê de hewldana alîkariya wan, dilxwestina beşdariya nava partî û rêxistineke tune be ew nabe rexne. Loma jî divê êdî em dev ji li ser navê rexneyan bê rexnetî nekin. Divê em rêxistinên xwe bi çûk nebînin.
Malzemeyên me yên îro ev in. Bi van malzemeyan divê me avahiyekê pêk bînin da ku ew avahî ji bona azadiya bakurê kurdistanê bibe ronî, hêz û qawet. Ev avayî bibe sîwanek da ku kurd bikaribin li hember xeteran xwe di bin wê de bi cih bikin.
Divê ev bibe ronahiyek da ku bikaribe şevreşa ango tariya percen din ronî bike. Bibe hêviya tekoşîna berxwedana percen din jî
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.