Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (5)

Min bi çend nivîsên ewil rewşa civakê li bakurê Kurdistanê kêm zêde anîbû zimên. Niha jî em vegerin rewşa siyasî ya li bakurê kurdistanê û binêrin bê li wir siyaset çawa yî?

Bube Eser

20.09.2022, Sal | 09:46

Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (5)
Nêrîn Belav bike

Siyaset li bakurê Kurdistanê

Min bi çend nivîsên ewil rewşa civakê li bakurê Kurdistanê kêm zêde anîbû zimên. Niha jî em vegerin rewşa siyasî ya li bakurê kurdistanê û binêrin bê li wir siyaset çawa yî?

Bi qasî ger û seredanên xwe, bi qasî zanîn û têgihiştinên xwe û bi qasî hevdîtinên xwe. min dît ku siyaset li bakurê kurdistanê di sikratê de ye. Êşa û taya mirinê dikşîne. Lê hezar mixabin ev ne di bala tu partî, tevger û rêxisitnên bakurê kurdistanê de ye.

Her partî, tevger û rêxistinên heyî ji hale xwe razîne. Tu derd û êşeke wan ya ku bikaribin bibin deng û rengê kurdên bakurê Kurdistanê tune ye. Dema tu vê rastiyê dibêje, aciz dibin. Ambargo datînin ser te. Televizyon û medya xwe de cih nade te. Di civîn û konferansê te de beşdarî nakin. Yanî dixwazin tu bi tena xwe bijî da ku wan rexne neke.Ji ber ku ji rexneyên çêker ditirsin…

Tu bi kîjan partî, rêxistin û tevgerê re qise dike her behsa yekîtî û bi hevre karkirinê dikin. Hingî xweş dibêjin, tu dibêje qey ew an yên qise dike tenê ji bona yekîtiyeke neteweyî hêsirên neteweyî dibarîne. Hemî behsa yekitî û bi hevre karkirinê dikin lê hezar mixabin ev pêk nayê.

Çima?

Ev helwest hema bêje ya hemiyan bi xwe ye. Lê gelo çima nikarin bêne ba hev û bi hevre eniyeke neteweyî damezrînin? Pirs di virde ye û ev girîng e. Girîng e ji ber ku di rastiya xwe de tu partî, rêxistin û tevgerên heyî. derdekî wan û ya bi hevre karkirin an ji damezrandina eniyeke neteweyî tune ye.

Tune ye dibêjim, ji ber ku çend sedemên vê yên asasî hene ku ew daxwaza gel ya li ser asasê bi hevre karkirinê pêk nayê. Ez ê di nivîsên pêşde vê jî vekim.

Dagirkerên me vê rewşê pir bi zelalî û vekirî dizanin û dişopînin. Wan rehetiyeke daye hemî partiyên ji xwe re dibêjin Em kurd û Kurdistanî ne ku dewlet bikaribe wan bişopîne an tim ew di bin kontrola dewletê de bin. Ew rehetî jî ev e ku hemî bi eşkreyî kar dikin. Cih û warê wan. Nav û nasnîşanên wan ji dewletê re tê dayîn. Loma dewlet jî wan bi rehetî dişopîne.

Ji ber ku hemî legal kar dikin û legalîta wan jî li gor destûr û bernameya ku dewletê daye wan e. Dema rewş ev be yek ji wan jî nikarin derkevin derveyî wê xeta ku dewletê ji wan re destnîşan kirî ye.

Kar û xizmetên girîng ku ji bona hebûn û tevgerên bakurê Kurdistanê bi awayekî zelal nayên kirin. Li gor min di nava piraniya wan de destên tarî hene ku ew destana piranî ne yên dewletê ne. Destên serok, rêvebir û berpirsane ku dibêjin: ”Bila hindik be ya min be da ku bikaribin bi rehetî karê xwe ê sexsî pê bidim meşandinê.” Nikarin bêjin bila fireh be, ya gel be… Ji ber ku piraniya partî û tevgerên heyî ketine bin kontrola şexsan. Loma ew jî vê ji bona berjewendiyên yên gemarî bi kar tînin…

Gelek ji wan dest û lepên tarî yên di nava wan de yên hin kurdan bi xwe ne ku ji bona tevgera azadîxwaz li bakurê kurdistanê geş û xurt nebe, ye. Loma em kurd hemî kêmanî û ne biserketinên xwe tenê dixin hustiyên dagirkeran û dibêjin: ”Îmkan tuneye ku em rehet kar bikin”. An tê gotin ku ”dewlet nahêle û naxwaza em kar bikin”. Ji xwe heta ji dewletê bê dê tu îmkana nede û wê nexwaze îmkaneke weha bixuliqe. Lê gelo tu çima wan dest û lepên tarî yên di nava xwe de nabîne???

Ez bi xwe ji vê gotina dewlet naxwaze û nahêle ne bawerim. Heger daxwaza kar û xebat hebe, mirov dikare gelek deriyên asê, bi xwe veke. Lê weke min got li bakurê kurdistanê şerê 40 salan li vir siyaset kuştiye û siyasetmedar xadim kirine.

Ev projeyeke dewletê bi xwe bû ku hemî haziriya wan ji bona Lozana dudan bû. Loma bi destê hin kurdan, siyaseta bakurê kurdistanê dane kuştin. Siyasetmedar jî xesandin da ku li bakur tenha wê rêxistina ji bona dagirkeran kar dike bihêle ku di Lozana dudan de li ser navê bakurê Kurdistanê xwedî gotin û peyv be. Ji xwe gotin û peyva wan jî diyar e. Bratiya gelan e. Li gor wan, dema damezrandina dewletên nû qediya ye. Li ser vî asasî hemî hêz û qawetên xwe bi kar tînin da ku Kurdên bakur jî êdî vê qebûl bikin. Qebûlkirina vê jî tê maneya dê kurd hêdî hêdî bibin tirk û ev hatiye destpêkirin. Lewra li bakurê Kurdistanê siyasetmedar hatine xesandin û zimanê kurdî jî xistine taya mirinê.

Ji xwe projeya dewlet nexwestin û ji bîr kirina zimên, valakirina gundan hemî ji bona vê armancê hat bikaranîn. Proje niha li bakurê Kudistanê bi ser ketiye. Herkes vê dizanin lê nikarin li hember vê bi hevre bibin xwedî helwesteke neteweyî.

Di nivîsa bê de sedemên Partî. Rêxistin û Tevgerên heyî nikarin bi hevre kar bikin, çine ez ê li gor zanîna xwe vê vekim.

Nivîs dê bidome…

Bûbê Eser

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
1570 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:46:20

Bube Eser

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Di siyasetê de salmezin!!! Pêşîvekirina tevgera Bakurê Kurdistanê divê çawa be??? GAZÎ Û HAWAR E Heger ez bibim desthilat!!! Di nêz de Selahattin dikin serokê Kurdan!!! Dem dema yekitiya PDKyiyan li bakurê Kurdistanê ye!!! Gelo heta kengî ev mejî??? Hêviyên me û HAK-PARek çawa??? Mejiyê ku hatibe dagirkirin Serketin çawa dê pêk bê??? De werin em li hev vegerin û dest bidin hev… Doza Miletekî Çawa Bi Serdikeve??? PAK û TDK Xebat ne bi gotinê bi kirinê dibe!!! HAK-PARê pîroz dikim!!! Çıma HAK-PAR Yekıtıyê Naxwazî(!) Barzaniyê Mezın Çı Da Me Kurdan? Helwesta PSK ê ne helwesteke rast e Kurdno di sed saliya Lozanê de vê bikin… Rêzgirtin tifak û bihevre karkirin Hilbijartin yekitî û HAK-PAR!!! Divê li Bakurê Kurdistanê çi bê kirin? Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (8) û dawî Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (7) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (6) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (4) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de (3) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (2) Rewşa Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (1) Encama Semînerên min, dîtina kesan û malwêraniya me!!! Kurdno werin em destên xwe bidin hev hêza xwe bikin yek!!! Em êdî hevdu fêm nakin! Abdullah Ocalan got… Çima Barzanî û dîsa Barzanî? Divê HAK-PAR çi bike? Kî zorê tadê û êşkencê li kurdan bike, Kurd dibin hezkiriyên wan!!! Kongreya HAK-PARê Bêdengî qebûlkirina bindestiyê ye! Gelo em çiqasî welatparêzin? Siyatmedar û sal mezinên me!!! Felsefe ango Rêbaz!!! Kê dinya hejand û Kurd zîndî kir? Gelo ez kîme û çima tenê bi kurdî dinivîsînim? Kurdên bakurê Kurdistanê siyasetê fêm nakin!!! Em Kurd çima bi sernakevin??? Teqandina boriya neftê ji bona çi bû??? Şêx Ahmed Barzanî kî ye? Sala nû û hêviya gelê Kurd Kurdên me ecêb in!!! Pêwîst e em di Navenda Kurd de bibin yek deng! Barzanî û Evdila PDK û Pkk Kurd û pêkanîna konferansan? Serketin bi piştgiriyê dibe! Deh rojên di zîndanê de me! uu Girtin, binçavkirin. Zîndankirin û kuştin Kê mirîdî avifirandiye? Hilbijartina li Iraqê û li Kurdistanê qediya lê… Mirov çawa dikare xwe ji Penceşîrê (Qanser) biparêze û jê xelas be??? PKK Kî ye, kî ne û çi dike??? Bijî Sosyalîzma Kurdan(!) ya ji bona tunekirina wan. Me têk bir… Çima protesto û ne devjêberdana tirkî Emerikayê çi kir û divê em Kurd çi bikin??? Dengê têkbirina Kurdistanê tê!!! Bê dewletî û berjewendî… Rexne agir e… Gotina Enfalê rehet e, lê fêrbûna wê zor û zehmet e!!! Bê helwestiya Kurdan li hember PKK/PYD!!! Seredana HDPK(K)ê Ev destpêkek e ji bona PK(K)!!! PKK di destê dagirkeran de bûye vîrusek bê derman!!! Em çima li ser xelkê digirîn? Dîasporê çi da me çi ji me girt??? PKK û Kurd, azadî û serxwebûn Partî û rêxistinên me yên bakurê Kurdistanê!!! PKK û Lozana nû!!! Kurdno ji bona Lozana dudan xwe amade bikin Bi kadirên kevn partiyeke nûjen enî an cephe çê nabe!!! Peymana Lozanê diqede!!! Zîndana Diyarbekirê û EM!!! Ji bona çi partiyên kurd bi ser nakein!!! Em ji Dalkurd çi dixwazin??? Hêviya me di sala nû de divê çi be??? Îsmaîl Beşikçi bi eslê xwe tirk e. Gelo bratî çi ye û kî biran e??? Kurdno him şiyar bin, him jî agahdar bin!!! Xelata Nobelê û Kurd Dema nêrek bê xesandin!!! Zîndana Diyarbekirê û Enfal PKK çi dixwazî??? Çima Barzanî??? Me dikujin, wêran dikin û em…!!! Ka em çi bikin??? Û berê xwe bidin kîjan partiyê… Damezrandina PKK û lîstikên wê!!! Rewş li bakurê Kurdistanê Serokê netewa Kurd BARZANî… Piştî ba û bahozê aramî ye Kurdno ji bona siberojeke xweş hazir bin!!! Şert û mercên yekitiya Neteweyî… Divê Kurd şahiyê bigirin û bigerînin... Serok in lê ne neteweyî ne… Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK Analîzeke kurt li ser PKK
x