Ez dixwazim bêjim; "xurufî" bêjeyeke bi eslê xwe kurdî, ne kurdî wê nizanim. Ez bi xwe vê weke bêjeyeke kurdî ye dizanim. Ji ber ku dema ez zarok bûm û li gund dijiyan, baş tê bîra min ku ev bêje ji bona mirovên bi temenê xwe 40 sal û wê de tirbana, ji bona şaşî û xelitiyên wan dihat bi kar anîn.
Mirovekî piştî 40 saliya xwe, tiştên ne baş, gotinên ne li rê bikirana gundiyan ji bona wî; digotin filankes xurifiye.
Ji ber vê ye ku ez bi xwe jî li ser vê gelekî fikirîm ku ev bêje, tam li bejna piraniya siyasetmedarên me yên 40 sal derbas kirine tê. Heger hûn bipirsin çawa? Ez ê weha Bersîv bidim.
Heger em bi awayekî bê alî, bê teref li rewşa hin siyasetmedarên me binerin em ê bi rehetî bibînin ku ew kesana çawa xurifîne.
Bala xwe bidinê û bibînin ku kesekî ji çûkaniya xwe ve ji bona azadiya gelê xwe ketiye nava siyasetê.
Bi wî temenê xwe yê bi çûk dibe endamê partiyeke kurdî da ku bi pêşevaniya wê tekoşîna azadiya gelê xwe bide û dide.
Tî û birçî dimîne. Heroj li serê garekî, di nava newalekê de, li ser zinarekî serê xwe datîne ser kevirekî radizê, bê ku mirinê bifikire…
Hin di nava bajaran de kolan bi kolan, mal bi mal digerin da ku xelkê bike endamê partiyê û bi partiyeke hêz, xwedî qawet li hember dijminê xwe şerê azadiyê bide.
Ji sedî nod û neh ew kesên siyasî bi şev û roj kar û xebatên wan ji bona welatê wan e. Ne tirs, ne xew li wan hene. Gelek ji wan dibe, rêvebir, hin dibin serok, hin dibin berdevkê siyasî û hin jî ji ber zîrekbûnên xwe dibin propagandîstên partiya xwe.
Li çi heyve piştî salên 40î mirov dibîne ku çawa dixurifin. Di dema xurufandina xwe de jî te dît, di rojekê de keda xwe înkar dike, Kurdistana wê azad bikira davêje tenekê ziblê. Ma gelo ev ne xurifandine?
Hin ji wan serokên qaşo partiyê kurdî ne, dagirker wî diavêjin zîndanê, ji zîndanê ji hevalên xwe re, ji partiya xwe re mesaja, parastina welatê hevbaş û demokrasiya tirkiyê dişîne. Ma ev ne xurufandine lê çi ye?
Hin bi wî temenê xwe ê mezin her çavên wan li serokatiyê û rêvebirtiyê ye, loma jî tim ji bona vê hêrsa xwe, partiya xwe perçe dike, dilê hevalên xwe yên bi salan bi hevre kar kiriye dihêle. Ma ev ne xurufandine lê çiye?
Hin jî hene ku berê kê Kurdisaneke serbixwe nexwestana ew xaîn didît. Lê niha piraniya wan eksê wê dike û ji bona kurdan Kurdistaneke azad û serbixwe heram û xeter dibînin.Ma ev ne xurufandine lê çi ye?
Li gor xwendin û hin lêkolînan, hin dîtina bi çavên serê xwe, gihiştim wê qenetê, wê baweriyê ku ji siyasetmerdarên me yên piştî 40 salên xwe dixurifin. Loma jî yekgirtina partî û rêxistinên me, enî an cepheyeke neteweyî ya bakurê kurdistanê nayê damezrandin.
Sedema vê jî ew e ku kesên xurifîne dê nikaribin tu yekîtiyan cephe û eniyan pêk bînin. Çareseriya vê jî divê ew kesena bê ku wextê derbas bikin, rêvebirtiyê û serokatiyê bidin ciwanên ku yên temenê wan negihiştibe 40î.
Divê êdî em bi hevre rastiya civata xwe bibînin, êşa wê tespît bikin da ku li gor wê bikevin nava çareseriyê. Çareserî jî bi kesên xurifîne nabe.
Bila kesên weha li min bibuhurin, ji ber ku wan gelek xebatên hêja û delal kirine. Lê piştî temenê mezin êdî sebira wam namîne, tehamula wan ji bona kesên li hember tune ye. Ew kesên rêber û serok in, bê ku raberduyên xwe reş bikin divê dev ji rêbertî û serokatiya partiyan berdin, wê bidin ciwanan da ku ew ked û xizmetên wan li ber avê de nere…
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.