Ji roja pkk hate damezrandin ango damezrandin, gotin: \"hemû rêxistinên kurd yên heye li hemberî me asteng in\" û li gor vê tespîtê destpê kirin êrîsî hemû rêxistinên ku berî wan hebûn. Wan bi vê kiryara xwe ya di destêkê de hema hema ji hemû rêxistinên welatparêz kes û kesayetî kustin.
Dûre pkk bi vê nehat ser û îcar gotin: \"Hemû feodalên kurd li heber soresê astengin divê em berê wan ji holê rakin\" û dest bi kustina axayên kurdistanê ser û ber kirin. Nefikirîn negotin; \"ev welatparêze, vî bi salan ji bona doza gelê xwe kar kirî ye ûhwd\"
Bi daxwaza Kurdistaneke azad, sosyalîst û serbixwe dest bi qaso destbi serê çekdarî kirin. Çi wî warê ku leskerên tirkan ku nikarîbûn biketanê, wan derana hemû ji wan re vekirin. Axa û beglerên ku tu caran serê li ber hukumetê dananîbûn, kirin parezger.
Ji ber ku wan axaler û beglerin kurd yên welaparêz, weha dizanîbûn ku ev pkk ya derketiye ji bona gelê xwe kar dike loma di nava xwe de cih da wan. Dema nigê pkk li ba wan bi saxlemî rûnist, vê carê pkk di nava esîr û êlê de dest bi fesadiyê kirin, hin gundî kustin xistin hustiyê hinên din, mal û zadê hinan sewitandin ew jî xistin hustiyên hinên din. Û bi vê yekê nakokiyên mezin xistina nava wê esîra ku cih dabûn pkk.
Dema cihê xwe saxlem kirin û xwe bi hêz kirin, hin ji êl û esîr kirin aliyê xwe vê carê ji nû de gotin; \"Divê em axatî û esîrtiyê rakin vana li hemberî doza xurt xeterin\". Destpêkirin ji êl û esîrê kes û kesateyî kustin, rê vekirin leskerên ku bi salan nikarîbûn bikevin nava wan, bi saya pkk ketin wir.
Ji alîkî de dewlet û ji alîkîde pkk li wan bûn agir. Vê carê dewletê ji wan re got: \"Ya hûnê bibin parezger ya jî hûnê bibin pkk tercih ya we ye\". Êl û esîr li hev rûnistin, bi hevre sêwirin, gotin ka em çi bikin?
Ji bona malê wan têk nere, zar û zêcên wan bi ser rêya nekevin û perîsan nebim. Gotin bas e em ê bibin parêzger. Kêfa dewletê û pkk ji vê yekê re hat ku wan ew êl û esîrên bi dehan salan tu tistekî dewletê li ser xwe ferz nedikirin, heta leskerî jî nedikirin mecbûr man bi saya pkk bûne parêzger ango korocî.
Vê haceteke bas xiste destê pkk da ku li her derekê bêjin; aha binêrin vana bûne korocî rahistin çekên dewletê wê li hember me û li hember kurdan ser bikin. Ji ber ku kurdan bi salan zilm û êskencên dewletê ditîbûn, yên ev rastî fêm nekirin hemû li dij wê ango wan êl û êsîran derketin. Bi pêskêsiya pkk kurdan êdî li hember hev dest bi serê birakuji kirin.
Bi saya serê pkk li bakurê kurdistanê agirê bi her derekê ket. Ter û hisk bi hevre sewitand. Agirê li kurditanê gûr bû, wêranî, kustin û koçberî ji bona kurdan anî.
Bi saya van lîstin pkk nêzî çar hezar gund hatin valakirin û bi qasî ses milyon kurd reviyan nava tirkan li bajarên wan bi rezaletiyeke mezin bi cih bûn.
Her ku kurd hatin kustin pkk jî xurtir dibû, her ku kurd koçber dibûn, pkk dewlementir dibû û bi vî awayekî hêjayiyek kurdan li ku hebû bi destê pkk hate hilwesand û xerabkirinê.
Pistî ku basûrê kurdisanê di sala 1991ê de hate azadkirn, ev yeka gelekî bi zora pkk de çû loma her gotin ku ew ango basûr di pista ereban de weke kelemekê ye divê em wê kelemê rakin û di sala 1992an de li hemberî azadiya basûrê kurdistanê serekî bê aman dan, lê bi serneketin û vekisiyan koza ango qandila ku kes nizani ji teref kê de tê parastinê.
Vê carê tade û zilmeke mezin li gundiyên der dora qandîlê kirin, gundî mecbûr man gund û malên xwe histin û berbi nava kurdistana azad de reviyan.
PKK bi vê jî nehat ser û nesekînî ji bona basûrê kurdistanê xurt nebe cihê nigê xwe saxlem neke, pkk vê carê ji qandilê êrsî qerelol û gundiyên bakurê kurdistanê kirin. Pistî êrêsên xwe berbi basûr de direviyan loma ev yeka jî bona leskerên tirk bû hacet ku tim bikevin basûrê kurdistanê û wir tevlîhev bikin. Her weha jî kirin û gelek leskerên xwe li wan derana bi cih kirin.
Gelek lîstikên mezin kirin da ku basûrê kurdistanê têk bibin, lê bi tu awayî bi serneketin. Her weha wê azadiya ku li basûr pêk ketibû roniya xwe da temama kurdistanê, ruhiyeta kurdewarî li her çar perçan ji nû de zîndî bû. Lê mixabin ev jî ne li gor hesab û deftera pkk bû û ji nûda li gor aqilmendên xwe planên din çê kirin da ku perçên din azad nebe.
Lê rojavayê kurdisanê çê kirin niha wir ji herkesî ve diyar û eskere ye. Kobanê û gelek bajarên kurdan xistin çi halî diyar e. Xwestin ku kurd welatê xwe biterkînin, tade û zilm li wan kirin loma gelek reviyan yên man jî nikarin êdî birevin û her ew jî di bin zilma pkk ango pyd man.
Pistî rojavayê kurdistanê hal kirin, xwest vê carê rojhilata kurdistanê jî xerab bikin da ku kurd êdî li wir jî daw û doza gelê xwe nekin. Dema ku ji alîyê pdk-Îran de biryara ji nû de serê çekdarî hate dayin aha hema wê yekê pkk li hemberî wan cepha ser vekir û çend pêsmêrgeyên wan jî kustin.
Lê bi saya aqilmendî û hismendiya pdk-Îran ser gûr nebû û êdî pkk jî nema dikaribû mudaxeleyî wan bike.
Dema ku pkk destên xweji wir jî sust vê carê ji nûde li bakurê kurdistanê vegeriyan û gotin. \"Tenê bi xerabkirina gundan û koçkirina gundiyan mesela bakurê kurdisanê hal nabe, dema roj bê kurd dikarin ji nûde doza gelê xwe bikin\" Vê carê jî ji bona êdî bajar û bajarokan xerab bikin dest bi çalakiyan kirin.
Xendek ango çal li bajar û bajarokên ku doza kurd lê xurt bû kirin,
Ji ber vekirin wan çal û xendekan û serê ne di berjewendiya kurdan de, kurd mecbûr man malên xwe bihêlin û birevin. Reva wan û valakirina wan bajar û bajarokan li gor dilê pkk û dewletê bû.
Niha ji ber sedema kolana wan çal û xendekan bajarên bakurê kurdistanê yên ku doza kurd, lê herî xurt bû, yek bi yek tên û hatin hilwesandin.
Niha mirov dikare bêje; gelo pkk tu çi dixwazî. Daxwaza te ji bona kurd û kurdistaniyan çi ye? Bersîv tuneye. Ya rastî bersîv heye û ev jî valakirina kurdistanê û têkbirina doza miletê me ye.
Çi lazim e ku pêsî li vê bê girtin. Niha gelekî zehmet e, ji ber ku hêzeke gelekî xurt niha li pista pkk ye ku nahêle û naxwaze doza gelê kurd bi pêsve here.
Çareserî çi ye? Ew bi yekgiritina hêzên welatparêz li bakurê kurdistanê ye. Lê heta ji pkk tê ji bona tistekî weha nebe kar dike.
Lê çi dema partî, rêxistin, komele, xelk, kes û kesayetiyên kurd van kiryar û bûyerên ku pkk dike û ne di berjewendiya doza kurd dene, bi eskereyî û bê tirs nebêje, wê her ev malwêranî berdewam bike. Bila rêxistinên me yên bi çûk û kêm hêz bi paçan serên xwe mezin nekin.
Niha roj roja ku hemû bibin yek ango di bin sîwanekê de kar bikin, heye. Heger vê nekin bi destê pkk welat têk dihare. Bila rêxistinên me yên ku hejmara wan bi qasî tiliyên destan e, dev ji qurretiyên xwe berdin, ji bona çareseriya gelê kurd, divê zûtirîn wextê hêzên xwe bikin yek. Heger nekin yek wê herin yek bi yek.
(Têbinî: Min ev nivîs di 9-1-2016an de nivîsî bû. Di malpera Rizgarî de hatibû weşandinê. Ji ber van êrîş û bombekirina deverên sivîl, kuştina wan, malwêranî û xerabiyên dikin, min xwest vê ji nû de bi bîra we de bînin.)
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.