Ji bona gundek di karê xwe de serketîbe û ji gundên der dora xwe pêştetir be, divê ew gund xwediyê xwe, muxtar an jî axayekî baş be.
Ji bona eşîretek xurt be, bê tirs û serketî be divê serokeşerekî weha mêrxas, jêhatî û kêrhatî hebe da ku bikaribe karê eşîretê bi rêve bibe û eşîra xwe di nava eşîrên din de bike ya serketî .
Axayek ji bona bikaribe axatiyê bike, divê wêrek ango mêrxas be, jêhatî be, camêr û comert be, xwedî soz û gotina xwe be, da ku gundî jî ji gotina wî dernekevin û her weke wî bikin.
Ji bona rêxistineke doza azadiya gelê xwe., serxwebûna welatê xwe bike. Divê ew rêxistin berê neteweyî bifikire, di nava xwe de sazûmana ruhiyeta tekoşeriyê xuliqandibe da ku bikaribe bi wêrekî tekoşîna azadiya gelê xwe bide.
Rêxistina doza azadiya welatê xwe dike, divê berî her tiştî li ser vê sozê û li gor baweriya neteweyî kar bike. Endam û hevalbendên xwe di vî warî de perwerde bike da ku hemû bi hevre bikaribin tenê neteweyî bifikirin û li ser xeta neteweyî karê partiya xwe bike.
Ew partiya neteweyî kar kir wê rojekê gelê xwe û welatê xwe jî azad bike.Na heger partî ji xeta neteweyî dûr û bi dû berjewendiyên şexsî de bin, ew partî wê tu caran nikaribe welatê xwe azad bike. Ji ber ku karê wê hemû dê ji bona berjewendiya şexsan here.
Bala xwe bidinê ji roja welatê me perçe kirine û heta demek dûr û dirêj Kurdistana li ser asasê eşîretan mezin bûye, her dev ji wê yekê bernedan. Ev sîstema di demek dirêj de jiya û hê jî bi hêz û qawet e ku dijî. Lê…
Çi dema hin eşîretan dawxaza azadiye welatê xwe dikirin, ji bona kurdistanê ji bin nîrê dagirkeran xilas bikin, hin eşîretên din jî li dij brayê xwe li gel dijminê xwe karê kuştina kurdan kiribûn, dikirin û bi saya wan kurdistan heta niha nehat azadkirin.
Ji ber vê û ne li hevbûna eşîretan kurdistan nehat azadkirin. Kurd tim bûne kolên Tirk Ecem û ereban. Van dagirkeran jî her kurd weke kole didîtin û bi kar dianîn.
Piştî salan şêstî û virde, dema partî û rêxistin hatine damezrandin ve carê jî eşîretên me xwe kirin partî an partiyên me bûne weke eşîretan.
Dema em li dîrokê dinêrin dibînin ku tu caran li bakurê kurdistanê eşîretên kurdan weke bra li gel hev û li dij dijmin şerê azadiya welatê xwe nedane. Hinan ew şer didan hinên din jî her li gel dijmin li hemberî brayê xwe şer dikirin.
Heger em îro jî vê rewşê li qelemê bixin, em ê bibînin ku partî û rêxistinên me jî her weke eşêrên me kirine û dikin. Çi dema pêwîstiya yekîtiyê bûye û hin rêxistinan xwestine vê pêk bînin, tê dîtin ku hin rêxistanan jî kar kirine ku ev pêk neyê.
Rewşa welat, tevliheviya îro em têdene diyar e. Ji bona mirov ji tevliheviyê xilas bibe, hêzeke neteweyî xurt bo me kurdên bakurê kurdistaê lazim e.
Lê hezar mixabin, partî û rêxistinên me ji vê yekê dûr in. Bi xwe û bi serokatiya xwe biliyane. Derdê wan ne welat, ji welat bêtir partiya wan e. Derdê wan ew e ku heger tevger an eniyek e netewe pêk bê wê gelek rêvebir û serok jî ji wê erkê dûr bikevin. Loma naxwazin û naxwazin dîsa naxwazin.
Di şertên îro yên xerab de, divê hemî partiyên heyî di bin sîwaneke neteweyî de bûbana yek. Lê em dibînin ku parityên me ji vê yekê dûr in. Ew jî weke eşîretên me karê xwe bi rêve dibin.
Partiyek tehmula yeka din nake. Serokek nikare tehamula serokekî din bike. Endamên xwe hemî kirine sofî da ku tim pesnê wan bidin.
Em baş dizanin, heger eşîretên kurdan li bakur yekîtiya xwe pêk anîbana îro niha bakurê kurdistanê azad ba.
Em dîsa baş dizanin ku çi dema partî û rêxistinên bakurê kurdistanê di bin sîwaneke neteweyî yekîtiya xwe pêk bînin wê bakurê kurdistanê azad bikin. Lê nakin ji ber hê mejiyên wan ê eşîretî yê ne.
Êdî li bakurê Kurdistanê bêtirîn siyasetmedarên me li gel berjewendiyên xwe ê şexsî tevdigrin. Piraniya wan bi nexweşiya serokatiyê ketine. Ji bona bibin serok jî rêxistina xwe perçe dikin da ku hêzeke xurt li bakurê Kurdistanê peyde nebe. Ji ber ku ew jî baş dizanin ku hêzek xurt û neteweyî wê pêşî li serokatiya gelekan bigire. Ev jî dide zanîn, bi van serok û rêvebiran re hê jî ruhiyeta neteweyî peyde nebû ye. Ji ber ku piraniya wan ji neteweya xwe bêtir xwe difikirin.
Aha hilbijartinên şaredaiyê di sala 2019an li tirkî û li bakurê kurdistanê dê pêk bê. Ka gelo çi hazirî, plan û projeyên partî û rêxistinên me hene. Gelo wê çawa bikaribin hin şaredariyan bi dest bixe???
Heta ku partî û rêxistinên me jî weke eşîrên me yên berê tevbigerin, mejî û dîtinên wan ji hizra neteweyî dûr be, wê tu caran bakurê kurdistanê negihêje azadiya xwe û gunehkariya vê yekê jî tenha partî û rêxistinên heyî, serok û rêberên niha ne.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.