Divê li Bakurê Kurdistanê çi bê kirin?

Di civetên pêşketî, partî, komele û rêxistinên zîrek û demokrat de sedemên nebiserketina xwe lêkolîn dikin wan dibîne û li gor wê jî xwe hazir û amade dike. Ji bona careke din wenda neke û bi serkev e, guherandinan dike. Hezar mixabin ev di nava siyaseta bakurê Kurdistanê de tune ye. Ji ber çiqasî wenda bikin jî wê weke serketinê dibînin.

Bube Eser

10.11.2022, Per | 09:55

Divê li Bakurê Kurdistanê çi bê kirin?
Nêrîn Belav bike

Heger civatek, partiyek, komeleyek û rêxistineke ku wendakirina xwe û ne biserketina xwe nebîne. Tehamula vê neke û kêmaniyên xwe bi awayekî maqûl nebêje, li xwe rexne neke, hûn bizanibin ew têk çûye. Sedema nebiserketina xwe bixe hustiyê hinên din an ji bona wendakirinên xwe hin sedemên ne li cih bibîne, hûn bizanibin ew mirî ye. Rêber û pêşevanê civetê weha bin, li wir siyaseta neteweyî kuştine. Dema partî, komele û ew tevger ne pêşketî, zana û bîrewir bin dê tu caran bi sernekevin.

Di civetên pêşketî, partî, komele û rêxistinên zîrek û demokrat de sedemên nebiserketina xwe lêkolîn dikin wan dibîne û li gor wê jî xwe hazir û amade dike. Ji bona careke din wenda neke û bi serkev e, guherandinan dike. Hezar mixabin ev di nava siyaseta bakurê Kurdistanê de tune ye. Ji ber çiqasî wenda bikin jî wê weke serketinê dibînin.

Li bakurê Kurdistanê ji roja Partî Demokrata Kurdistanê li bakurê Kurdistan di sala 1965an de hate damezrandinê û heta roja îro, bi awayekî berfireh partî, rêxistin û tevger hatine vekirin. Lê vana hemiyan di vê pêvajoya dirêj de ji bona yekîtiyeke neteweyî li bakurê kurdistanê pêk bê, karên pêwîst û dihate xwestinê pekneanîn.

Li bakurê Kurdisanê, bi darbeya leşkerî ya sala 1980ê hemî bûne weke tu noka li kevir bixe. Tar û mar bûn. Bi çol, kuçe û kolanên Ewropa ketin. Rev û belavbûna wan ya destpêkê mirov dikare weha li qelemê bide û binivîsîne.

Yek: Ji ber ku partî û tevgerên wê demê bê tecrube bûn. Dudo: Li ser hizr û baweriya neteweyî xwe bi rêxistinî nekiribûn. Sisê: Dîroka xwe nizanîbûn. Çar: perwerdeya wan bi zimanê tirkî bû. Loma bîr û baweriyên neteweyî bi tevan re kêm bû. Ji ber ku piraniya wan di bin bandora îdeolojiyan xwe bi rêxistinî kiribûn.

Ji ber nezaniya dîroka xwe û nenasina mezinên xwe, nikaribûn xwe li ber agirê 12 îlona sala 1980 bigirtana. Loma wî agirî piraniya wan şewitandin û hêjî dişewitîne. Seqet û di ware nevsî de bi çûk ketibûn. Piştî sala 2000an ku hin îmkan vebûn da ku hin ji nû de xwe bi rêxistinî bikin, hinan jî wê rêxistina xwe ya wenda kiribû, xwestin zindî bikin. Li gor min wê demê ev destpêkek baş bû.

Lê wê destpêkê dîsa li gor îdeolijiyan xwe bi rêxistinî kirin. Rol û erkê pêwîst pêk neanîn. Her kesên ku wenda kiribûn, têk çûbûn ji nû de rabûn da ku wê têkçûna xwe, bi rêyeke nû şolî bikin û kirin. Ji ber ku hin ji wan kesên wenda kiribûn, di warê nefsî de nexweş bûn, di siyasetê de nezanbûn. Xwestin xwe bi rêxistinî bikin. Lê fêm nekirin ku li ser asasê xerabe wê tu avahiyên mezin pêk neyê.

Her hinan ji wan di warekî de berxwedan. Dîsa bûne weke salên berî 1980 û ketin nava xebatê da ku xelkê xwe ji nû de bi rêxistinî bikin. Ev jî baş bû. Lê ji bîr kirin ku êdî dem ne ew dema berê bû û xelk jî êdî ne ew xelkê berê bû. Loma ji wan yekî jî tu serketin bi dest neanîn.

Li gor min, ji bona qelsiyên xwe, kêmaniyên xwe, şaşiyên xwe veşêrin herkesan li ser girekî Kurdistanê kon vekirin. Çend kesên xwe jî peyde kirin. Hinan bi navê nû û hinan jî bi navên nû xwe xwestin karekî ji bona xwe û berjewendiyên xwe bikin.

Xwe teng hiştin, neteweyî nefikirîn. Ji bona azadiya gelê li ber têkçûnê xebatên hevbeş û damezrandina eniyeke neteweyî nekirin. Ji ber ku di karekî weha de dê gelek kes ji berpirsiyariya xwe, ji berjewendiyên xwe yên şexşî bimana. Loma heta niha jî ew eniya neteweyî ku daxwaza her kurdekî kurdistanî ye pêk neanîn û bawer nakim di demeke kurt de pêk jî bînin.

Dipirsim û dibersivînim ku îro ji bona bakurê Kurdistanê çi lazim û pêwîst e?

Divê çi bê kirin da ku em wî zimanê gelê xwe ê li ber têkçûnê ye biparêzin û wê dîroka gelê xwe ya heta niha nehat û nayê zanîn, bidin zanîn da ku êdî gel li gor dîroka xwe, bi serketin û wendakirinên xwe tevbigerin.

Baş tê zanîn ku dema mirov di karekî de bi serneket, divê mirov dev ji wî karî berde. Lê hezar mixabin ku ev bi salan sal e ku berpirs û serokên yek ji partî, tevger û rêxistinên me bi serneketine her ku çû ye wenda kirine. Lê hêjî li wî karê qet bi sernexistine xwe kirine bela, xwe dikin benişt û pêve dizeliqîne.

Ma gelo hatiye bihistin ku yek ji wan rêber û serokên bakurê kurdistanê wendabûnên xwe bi awayekî mutawazî û li xwe rexnekirinê anîne zimên? NA dibêjim ji ber ku min heta niha nedîtiye. Hejmara wan ji hezaran daketiye dehan, hê jî xwe serketî dizanin. Bi kirinên xwe êdî siyaseta partîtiyê li ber çavên xelkê reş kirine. Loma fireh û serketî nabin. Ji ber xelk ango gel êdî ji siyaseta nebiserketî aciz bûne.

Kurt û kurmancî divê siyasetmedarên me êdî dev ji vê yeka xwe ya ku em ê bi serkevin berdin. Ew jî em jî êdî baş dizanin ku partî, tevger û rêxistinên heyî piraniya wan ketine bin berjewendiya sexsan. Ji ber vê ye wan şexsana naxwazin hêzeke neteweyî pêk bê.

Divê çi bê kirin ku em ji vê rewşê azad bibin?

Ez baş dizanin ku wan partî û tevgerên bi deh kesan dev ji ya ez û ez ê bernadin. Em êdî divê karê siyasî ji wan siyasetmedarên me yên di siyasetê de wenda kirine bihêlin û dest bavêjin karên çand û hunera vî gelî, dîrok û folklora vî miletî, ziman û çanda kurdan da ku wan li wan vegerîne.

Heta ku em nebin em, êdî tu tiştên dê bikaribe me ji vê rewşa xerab azad bike tune ye. Em divê êdî karê siyasî ji siyasetmadarên xwe yên bi sernektine bihêlin. Em karê partîtiyê ji wan kesên tenê berjewendiya xwe difikirin ku partî û tevgeran ji bona berjewendiyên xwe bi kar tînin, bihêlin.

Divê destpêkek nû li bakurê Kurdistanê bê destpêkirin. Ew jî li gor min damezrandina dezgeheke ku bikaribe hemî rewşebîr, nivîskar, hunermendên kurd ûhwd di bin siwaneke tenha bi van mijûl bin, bicivîne. Di bin konekî weha de divê armanc, kar û xebat tenha ji bona ziman, dîrok û hunera kurdî be. Di dezgeheke weha de divê siyasetmedar cih negirin.

Ji bona konekî weha bê vekirinê divê mirov çawa û ji ku de destpê bike da ku mirov bi serbikeve. Nerîna min ew e ku divê mirov ji zimên de destpê bike. Divê mirov bi rêbertiya dezgeheke weha de zimanê dagirkeran li xwe û kesên ku di bin vî konî de cihê xwe bigirin, qedexe bike.

Bi pêşevaniya dezgeheke weha divê dersên zimên, dîrok û folklora kurdî bi awayekî berfireh bê dayîn û zanîn. Heta ku miletê kolonî weke Kurdistanê dîroka xwe, ziman û adetên xwe baş fêr nebe, wê nikaribe azadiyê jî bibîne.

Li gor min nebiserketina hemî partî, tevger û rêxistinên bakurê kurdistanê ji ber van kêmaniyan in. Ji ber ku siyasetê bi zimanê xwe nakin. Dîrokê fêrî endam û gelê xwe nakin. Miletekî kolonî weke Kurdistanê bi ziman û dîroka gelekî din nikare xwe azad bike.

Kerem bikin li ser vekirina konek ango dezgeheke weke min got, em bi hevre munaqeşe bikin da ku em bikaribin zimanê xwe ê êşa mirinê dikşîne xilas bikin. Werin di bin konekî weha de em xwe û gelê xwe fêrî dîroka wî bikin da ku di wê dîrokê de çi hatiye serê bav û bapîran bizanibin.

Heger ziman û fêrbûna dîrokê bi dest ket aha wê demê him wê karê partiyên siyasî û siyasetmedarên me rehet bibe him jî tê gelê xwe fêrî dîroka wî bi zimanê wî bike. Ji ber ku ziman hebûn e.

Helbet ji bona vekirin an damezrandina dezgeheke weha gelek pêşniyarên min hene. Lê min xwest ku em bi awayekî gelemperî û ji siyaseta partîtî dûr vê bi hevre munaqeşe bikin ku bê em ê bighêjin çi encamê.

Ji bona zimanekî zindî û dîrokek vekirî divê em xwe di bin konekî neteweyî de bikin yek. Ev yekîtî bila bibe yekîtiya rewşenbîr, hunermend û nivîskarên bakurê Kurdistanê. Heger me ziman ji êşa mirinê û rastiya dîroka wendayî da gelê xwe, hûn bizanibin aha wê demê dê azadî li ber deriyê me be…

Bûbê Eser

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

1255 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:36:00

Bube Eser

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Di siyasetê de salmezin!!! Pêşîvekirina tevgera Bakurê Kurdistanê divê çawa be??? GAZÎ Û HAWAR E Heger ez bibim desthilat!!! Di nêz de Selahattin dikin serokê Kurdan!!! Dem dema yekitiya PDKyiyan li bakurê Kurdistanê ye!!! Gelo heta kengî ev mejî??? Hêviyên me û HAK-PARek çawa??? Mejiyê ku hatibe dagirkirin Serketin çawa dê pêk bê??? De werin em li hev vegerin û dest bidin hev… Doza Miletekî Çawa Bi Serdikeve??? PAK û TDK Xebat ne bi gotinê bi kirinê dibe!!! HAK-PARê pîroz dikim!!! Çıma HAK-PAR Yekıtıyê Naxwazî(!) Barzaniyê Mezın Çı Da Me Kurdan? Helwesta PSK ê ne helwesteke rast e Kurdno di sed saliya Lozanê de vê bikin… Rêzgirtin tifak û bihevre karkirin Hilbijartin yekitî û HAK-PAR!!! Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (8) û dawî Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (7) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (6) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (5) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (4) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de (3) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (2) Rewşa Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (1) Encama Semînerên min, dîtina kesan û malwêraniya me!!! Kurdno werin em destên xwe bidin hev hêza xwe bikin yek!!! Em êdî hevdu fêm nakin! Abdullah Ocalan got… Çima Barzanî û dîsa Barzanî? Divê HAK-PAR çi bike? Kî zorê tadê û êşkencê li kurdan bike, Kurd dibin hezkiriyên wan!!! Kongreya HAK-PARê Bêdengî qebûlkirina bindestiyê ye! Gelo em çiqasî welatparêzin? Siyatmedar û sal mezinên me!!! Felsefe ango Rêbaz!!! Kê dinya hejand û Kurd zîndî kir? Gelo ez kîme û çima tenê bi kurdî dinivîsînim? Kurdên bakurê Kurdistanê siyasetê fêm nakin!!! Em Kurd çima bi sernakevin??? Teqandina boriya neftê ji bona çi bû??? Şêx Ahmed Barzanî kî ye? Sala nû û hêviya gelê Kurd Kurdên me ecêb in!!! Pêwîst e em di Navenda Kurd de bibin yek deng! Barzanî û Evdila PDK û Pkk Kurd û pêkanîna konferansan? Serketin bi piştgiriyê dibe! Deh rojên di zîndanê de me! uu Girtin, binçavkirin. Zîndankirin û kuştin Kê mirîdî avifirandiye? Hilbijartina li Iraqê û li Kurdistanê qediya lê… Mirov çawa dikare xwe ji Penceşîrê (Qanser) biparêze û jê xelas be??? PKK Kî ye, kî ne û çi dike??? Bijî Sosyalîzma Kurdan(!) ya ji bona tunekirina wan. Me têk bir… Çima protesto û ne devjêberdana tirkî Emerikayê çi kir û divê em Kurd çi bikin??? Dengê têkbirina Kurdistanê tê!!! Bê dewletî û berjewendî… Rexne agir e… Gotina Enfalê rehet e, lê fêrbûna wê zor û zehmet e!!! Bê helwestiya Kurdan li hember PKK/PYD!!! Seredana HDPK(K)ê Ev destpêkek e ji bona PK(K)!!! PKK di destê dagirkeran de bûye vîrusek bê derman!!! Em çima li ser xelkê digirîn? Dîasporê çi da me çi ji me girt??? PKK û Kurd, azadî û serxwebûn Partî û rêxistinên me yên bakurê Kurdistanê!!! PKK û Lozana nû!!! Kurdno ji bona Lozana dudan xwe amade bikin Bi kadirên kevn partiyeke nûjen enî an cephe çê nabe!!! Peymana Lozanê diqede!!! Zîndana Diyarbekirê û EM!!! Ji bona çi partiyên kurd bi ser nakein!!! Em ji Dalkurd çi dixwazin??? Hêviya me di sala nû de divê çi be??? Îsmaîl Beşikçi bi eslê xwe tirk e. Gelo bratî çi ye û kî biran e??? Kurdno him şiyar bin, him jî agahdar bin!!! Xelata Nobelê û Kurd Dema nêrek bê xesandin!!! Zîndana Diyarbekirê û Enfal PKK çi dixwazî??? Çima Barzanî??? Me dikujin, wêran dikin û em…!!! Ka em çi bikin??? Û berê xwe bidin kîjan partiyê… Damezrandina PKK û lîstikên wê!!! Rewş li bakurê Kurdistanê Serokê netewa Kurd BARZANî… Piştî ba û bahozê aramî ye Kurdno ji bona siberojeke xweş hazir bin!!! Şert û mercên yekitiya Neteweyî… Divê Kurd şahiyê bigirin û bigerînin... Serok in lê ne neteweyî ne… Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK Analîzeke kurt li ser PKK
x