Lê perofesorek vê dibihîze, bi vê rewşa gundiyan gelekî diêşe û biryar dide ku here wî gundî û ji gundiyan re bêje;
- Bese! êdî vê avê venexwin. Kesên vedixwin dîn dibin. Ûhwd.
Perefesorê me haziriyên xwe dike û berê xwe dide gundê ku hemî şêd in. Çend kes bi vê rewşa perefesor dihesin, dixwazin wî ji vê rêyê vegerînin. Lê bi ser nakevin û perefesorê me jî bi înad e. Xwe dighêjîne gund. Ha li wir ha li vir, bi gundiyan re dide û distîne, dixwaze wan ji vexwarina ava wê kaniyê vegerîne û ji gundiyan re dibêje:
-Gundîno, camêr û mirovno, min guhdarî bikin. Bes ava vê kaniyê vexwin. Hûn hemî dîn bûne, qe nebe, bila ji niha û pêde kes dîn nebin.
Lê perefesorê me çi dibêje, kes wî guhdarî nake, heta êdî gundî bi halê wî dikenin û ji hevre dibêjin;
-Bala xwe bidin vî dînî ku ji me re dibêje hûn şêd in.
Demek derbas dibe, perefesorê me dike û nake bi ser nakeve, hemî gundî jê re dibêjin “tu dîn î”. Êdî camêr dayax nake ew jî dihare ser kaniyê û têra xwe avê vedixwe û ew jî dibe weke gundiyan.
Niha mesela me û siyasetên me, siyasetmedarên me, rewşenbîr û kesên ji xwe bawerin ku tu wan rexne dike, tu êdî nema dikare xwe biparêze. Hema bêje kesên têne rexnekirin an dema tu kêmaniyeke wan dest nîşan dike, gelek êrîş têne te. Heta ji wan êrîşkaran gelek ji wan ne muxatabê wê an wan rexnena ne jî.
Ji bona tu dilê kesên şaşiyan dikin, partiyên kêmaniyan dikin, şexsên rêyên xwe şaş kirine, ji xwe nehêle dive tu jî weke herkesan êdî bê deng be. Partî, serok û kesan rexne neke. Heger te kir tu xwe dişewitîne.
Ji ber vê jî ez ê ji niha û pêde tasek ava wê kaniyê vexwim û bibim weke hemî gundiyan. Ji ber ku rastî agir e, loma kesên rastiyê dibêjin bi wî agirî dişewitin.
Lê divê neyê ji bîr kirin ku paşdemayina civatê ji ber ku rexne nayên kirinê ye, li xwe rexne girtin tune ye, dibe. Ev bêtir di civatên bi dîktatoran têne îdarekirinê heye.
Di rewşên weha de civat bi şûnde dikeve û pêşketinên têne xwest nabin û nabînin. Dema di civatekê de pêşketin tunebe, ew civat her roj di paşve dimîne, ji hêyayin pêşketinê dimînin. Weke rewşa Tirkiyê a niha. Ji hedê kê ye ku hema rexneyeke bi çûk jî li Erdoganê serokkomar bikin.
Lê di civatên weke Swêdê ku gelekî pêşketî ye, tu dikare hemî siyasetmedaran partiyan, kes û kesayetiyan rexne bike. Heta mirov dikare Kralê wan jî rexne bike. Camêran bi saya rexne û li xwe rexnegirtinê civateke pêşketî, demokrasiyeke bo mirovên xwe anîne û peyde kirine…
Hezar mixabin ku îro rewşa bakurê Kurdistanê ev e. Em çiqasî behsa pêşketin, şoreş, hevkarî û tevkariyan bikin jî, di civateke paşdemayî de zehmet e ku pêşketinên li gor dema mirov tê de bijî, bike. Yekîtî û hevkariyan bixulikîne…
Loma; min hin caran partî û siyasetmedarên me rexne dikirin da ku ew bikaribin û hewl bidin da ku civatê ji vî halî derxin. Lê wan rexnên min bûne kelemên çavên hin nas û dostan.
Dilê hinan ji min ma, hinan ez ji hevaltiya xwe avêtim, hinan ez kirin ajan, hinan jî ez kirin nokerê hin partî û rêxistinên ku ew bi xwe jê heznakin.
Lê hemî xebatên min li ortê ne. Ez ji ber wan xebatên xwe, kêfxweş û serbilind im ku min bê rawestandin ji bona gelê xwe kar û xizmet kirî ye, dikim û ez ê hê jî bikim. Loma kurd dibêjin; ”Herkes bi pêrêzeyên xwe, diyar dibin”
Madem di civata me ya bakurê Kurdistanê de herkes ji halê xwe razîne, herkes ji rexnan acizin. Ez ê êdî tu partî, sexs û siyasetmedaran rexne nekim. Ez ê ji niha û pê de, weke misilman dibêjin;
”Tabî îmam allahû ekber”. Lê ez ê karê xwe ê nivîsandinê berdewam bikim. Hewl bidim ku çend berhemên din jî li pirtûkxana Kurdistanê zêde bikim.
Ez bi berhemên xwe û bi xwendevanên xwe heme, ez bi gelê xwe serbilind im. Bawerim ku wê dem bê ev rewşa kambax rabe. Rêya rexne û li xwe rexnegirtinê vebe da ku em bibin xwediyê xwe û civateke pêşketî…
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.