Li bakurê Kurdistanê rewşa awerte anîna da ku tevgera kurd û kurdistanî bi temamî bê deng bike û dikin. Rojê hin têne girtin û davêjin zîndanê.
LI başûrê Kurdistanê piştî wê xencera jahrîn, rewşa wir niha diyare.
Li rojavayê kurdistanê çi dibe û wê bibe ne diyar e.
Rewşa Rojhilata Kurdistanê jî ne zelale ku wê li wir jî hê çi bibe. Ya rastî ew e ku li her çar perçên kurdistanê rewşeke metirsî, aloz û ne diyar heye. Lê min xwest hinekî li ser rewşa bakurê Kurdistanê rawestim.
Cihê mixabinî yê ye ku li bakurê Kurdistanê tevger têk dihare, partiyên me vê nabînin, ew tenê bi civîn û komcivînên xwe û bi belavkirina wêneyên xwe ve mijûl in.
Nabînin ya jî nizanin ku niha wê çi bê serê wan. Min carekê nivîsî bû ku 12 îlona 1980 çi anî serê tevgerê kurd, niha rewşa em tê dene, ji wê jî xerabtir.
Dagirkerên tirk di her alî û di her warî de, êrîşan dibin ser kurdan, siyasetmedarên wan digirin, qedexeyên nedîtî ji bona wan dixin jiyanê. Heger weha bidome wê demek were ku êdî kesên newêribin bêjin em kurd in.
Di vê rewşa xerab de ji bona pêkanîna eniyeke neteweyî ji bilî çend gotinan tu gavên cidî nayên avêtin. Ev jî dide diyarkirin ku partiyên me hê jî li dû berjewendiyên partiyên xwe ne û doza miletekî ya li ber têkçûnê, nabînin.
Nabînin! ne dîtina wan wê bibe têkbirina tevgera Kurdistanê ku bi dehan salan bi paşve here. Ji ber ku weha xuya dike ku wê tofaneke ji 12 îlonê xerabtir bîne sere gel, partî û rêxistinên me.
Sedema îro siyasetmedar, rewşenbîr, rojnemevan ûhwd têne girtin ne belasebeb e. Daxwaza desthilata tirkiyê ew e ku hemî tevgerên demokrat û yên li dij wan, bê deng bike. Niha karê wan ev hêdî hêdî di virde bi serdikevin.
Desthilata tirkan miletê xwe bi saya şerê li hember kurdan dane sekinandin û bi saya vê nîjadperestiyê, gelê xwe teslîm girtiye.
Ez bangî hemî partî û rêxistinên kurdan yên ji xwe re dibêjin em kurd û Kurdistanî ne, dikim. Hêjano; heger hûn di demek kinde hê jî weha bê helwest û biryar bin, bawer bike, agirê ku niha ji teref desthilata tirkan pê ketiye, wê we, me û hemî gel bişewitîne.
Ev agir ku pêxistine wê hemî ter û hişk bi hevre bişewitîne. Ev jî tê wê watayê ku wê berê kadirên partî û rêxistinan, endamên wan û dûre kesên bihna kurdbûn an demokrastiyê ji wan bê, dê hemî bêne girtin û bixin zîndanê.
Li hemî cîhanê hatine dîktatoran bi gotin û kiryarên xweş ku xelk jê hez dikin, tên. Dûre jî dilê xelkê reş, serê wan serxeş û hebûnên wan ji holê radike. Niha ev li bakurê Kurdistanê û li Tirkiyê dibe û wê hê jî bibe.
Qelsbûna tevgerê, tê wataya xurtbûna dîktatoran. Bêdengiya paratiyên kurd û kurdistanî dibe sedema bêtir harbûna dagirkeran. Loma jî niha rewşa me kurdan ev e. Piştî wê xencera jahrê li pişta Barzaniyan ket. Wê tesîra xwe li hemî perçan rê da.
Lê ez xemgîn û diêşim ku partiyên me, rêxistinên me vê nabînin, weke tiştekî weha tunebe tevdigerin. Dilê xwe xweş nekin, bi vî awayî here hûnê jî herin yek bi yek.
Heger hûn nabînin ku girtina endamên partiyên we destpêk e û sibê wê dor bê we rêvebir û kadiran jî. Lê hêjî hûn vê rewşê nabînin an naxwazin bibînin.
Xeter mezin e û li gor min pêşî li vê neyê girtin wê mezintir bibe û berpirsê yekem hûn partî û rêxistinên me yên kurd û Kurdistanî ne…
Di zîndana Diyarbekirê ya binavê 5 nolû jî, hêdî hêdî destpê kirin. Berê duaya xwarinê bi me dane gotin. Dûre meşa normal, dûre ya nîzamî êdî dawî li ku derket hûn jî dizanin.
Ez vê rewşa ku niha bakurê Kurdistanê tê de ye dişibînim wê zîndanê. Heger tirs, xof û berjewendiyên partî û sexsan rabe, ev rewş wê li ku dawî lê bê êdî hûn bifikirin.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.